Welatiyên Rojavayê Kurdistanê: Em zerareke zêde ji girtina Deriyê Sêmalkayê dibînin

01-06-2023
Loloxan
Welatiyên Rojavayê Kurdistanê: Em zerareke zêde ji girtina Deriyê Sêmalkayê dibînin
Welatiyên Rojavayê Kurdistanê: Em zerareke zêde ji girtina Deriyê Sêmalkayê dibînin
Nîşan Deriyê Sêmalkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Desteya Navxwe ya Rêveberiya Xweser Kenan Berekat dibêje ku girtina deriyê Pêşabûrê ziyaneke mezin digihîne hemû welatiyan û bi taybetî çîna hejar. Bazirganek dibêje ku anîna keresteyan bi rêya Deriyê Sêmalkayê erzantir e ji anîna wan ji Tirkiye yan ji Ezaz û Cerablûsê, girtina derî wiha kiriye ku nirxê kelûpelan jî giran bibe.

Deriyê Sêmalka-Pêşabûrê yê ku Rojava û Başûrê Kurdistanê bi hev girê dide ji 20ê Gulana 2023an ve bi temamî hatiye girtin. Welatiyên Rojavayê Kurdistanê dibêjin ew ji ber girtina derî zerarên zêde û derd û êşan dibînin.

Hevserokê Desteya Hindirîn a Rêveberiya Xweser Kenan Berekat got, “Girtina Derî  zerareke mezin digihîne hemû welatiyan û bi taybetî qata hejar û ew kesên ku pêwîstiya wan bi çareserkirina tendirustî heye û dixwazin serdana Herêma Kurdistanê bikin.”

Kesên herî zerermend ji ber girtina deriyê Sêmalka-Pêşabûr ew nexweşên ku li Herêma Kurdistanê çareserî dibînin.

Pisporê Navenda Cezîrê ya Pizîşkî Dr. Danîş Îbrahîm anî ziman, “Girtina dawî ya deriyê Sêmalka bandoreke zêde li ser nexweşên ku diçûn Herêma Kurdistanê. Berdewamî diçûn bi taybetî bo wan nexweşiyên giran, rojekê yan du rojan bo çareserriyê diman û vedigeriyan, lê niha neçr in li vir xerciyên zêde giran bidin, dibe ku bo her qurçikekê hezar dolaran bidin.”

Her wiha girtina Deriyê Sêmalka-Pêşabûrê bandoreke zêde xirab li ser bazarên Rojavayê Kurdistanê û tevgera avakirinê jî kiriye.

Bazirgan Mihemed Salih got, “Bandora girtinê giraniya nirxan çêdike. Anîna keresteyan bi rêya deriyê Sêmalka arzantir e ji anîna wan ji Tirkiye yan ji Azaz û Cerablusê, girtin wê bike ku nirxên keresteyan giran bibe.”

Deriyê Sêmalka-Pêşabûr ê di navera Rojava û Başûrê Kurdistanê de sala 2013an bi fermana Serok Barzanî hat vekirin, bi armanca çareserkirina nexweşan û tevgera bazirganî lê di salên dawî rê hat dayîn kesûkar li her du aliyan jî serdana hev bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst