Deriyê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê dîsa tê vekirin

13-04-2024
RÛDAW
Deriyê Sêmalkayê dîsa tê vekirin / Wêne: Rûdaw
Deriyê Sêmalkayê dîsa tê vekirin / Wêne: Rûdaw
Nîşan Herêma Kurdistanê Rojavayê Kurdistanê Deriyê Sêmalkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Deriyê Sêmalka-Pêşabûrê ku tekane deriyê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê ye piştî 3 hefteyan careke din tê vekirin.

Deriyê sênorî yê Sêmalka-Pêşabûrê yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de 20ê Adara 2024an ji ber lehiyê hilweşyabû.

23 roj bûn ku ew derî girtî bû û tevgera çûn û hatinê bi Deriyê Welîdê re dihat kirin.

Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê ya aliyê Rojavayê Kurdistanê ragihand ku ew pir hat çêkirin û careke din tevgera bazirganî dest pê kir.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê, ew derî sibê jî dê ji çûn û hatina xelkê re were vekirin.

Deriyê Sêmalka-Pêşxabûrê rojên yekşem, duşem, çarşem û pêncşemê li ber çûn û hatinê vekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst