Rojavayê Kurdistanê: Bi girtina Deriyê Sêmalkayê re keresteyên avahîsaziyê biha bûne

01-06-2023
Hisên Omer
Rojavayê Kurdistanê: Bi girtina Deriyê Sêmalkayê re keresteyên avahîsaziyê biha bûne
Rojavayê Kurdistanê: Bi girtina Deriyê Sêmalkayê re keresteyên avahîsaziyê biha bûne
Nîşan Deriyê Sêmalkayê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî girtina Deriyê Sêmalka-Pêşabûrê, karê lêkirin û avakirinê jî hema bêje rawestiyaye. Bihayê keresteyên avasaziyê bilind bûne. Berî Girtina Deriyê Sêmalka-Pêşabûrê 1 ton çîmento bi 93 dolarî bû, niha bi 150 dolarî ye, 1 ton hesin jî bi 790 dolarî bû, niha gihîştiye 850 dolarî.

Dîmenên projeyeke avakirinê li nav bajarê Qamişlo, mezintirîn bajarê Rojavayê Kurdistanê ne. Dîmen roja Pêncşemê hatine kişandin û taybet ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatine şandin. Wekî vî projeyî bi sedan projeyên avasaziyê piştî girtina Deriyê Sêmalkayê rawestiyane.

Endezyar Ala Hibo, pisporê avasaziyê ji Rûdawê re behsa bandora girtina Deriyê Sêmalka li ser kerta avasaziyê kir.

Endezyar Ala Hibo anî ziman, “Bi girtina Deriyê Sêmalkayê re hemû keresteyên avahîsaziyê yên wek hesin, çîmento neman. Mirov dikare bêje ku ji %100 kar sekiniye. Hinek karên biçûk hene ku têne meşandin lê ber tiştekî nagire.”

Berî Girtina Deriyê Sêmalka, 1 ton çîmento bi 93 dolarî bû, 1 ton hesin bi 790 dolarî û 1 blok jî bi 21 centî bû lê piştî Girtina Deriyê Sêmalkayê 1 ton çîmento bi 150 dolarî, 1 ton hesin bi 850 dolarî û 1 blok jî bi 28 centî ye.

Endezyar  Ala Hibo got, “Îro yekî tenê kîsek çîmento bi 22 dolaran kirî, çîmento nemaye. Bihayên blokên me ji 21 centan bûye 28 cent. Kompanya sekinîne, nikarin bixebitin.”

Piraniya keresteyên sereke yên avasaziyê ji Başûrê Kurdistanê di Deriyê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê dibûn. Ji roja 20ê Gulanê ve, Deriyê Sêmalka-Pêşabûrê bi temamî ji çûnûhatinê û tevgera bazirganiyê re hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst