Akşener: Hilbijartina 28ê Gulanê divê bibe wek referandumê

20-05-2023
RÛDAW
Nîşan Meral Akşener ‌Hilbijartin 2023 Hilbijartinên Serokkomariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka IYI Partiyê Meral Akşener piştî hilbijartinên 14ê Gulanê daxûyaniya xwe ya yekemîn da û got: “Kî li pêşiya me raweste jî derveyî serkeftinê ti bijardeya me nîne.”

Seroka IYI Partiyê Meral Akşener îro Şemiyê 20ê Gulana 2023an li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê saz kir.

Akşener amaje bi wê yekê da ku ji bo gera duyemîn ya hilbijartina 28ê Gulanê bernameyek amade kirine û wek Hevpeymaniya Millet erka hevdîtinê ligel Sinan Ogan û kesên din dane Kiliçdaroglu.

Herwiha Akşener di axftina xwe de got zêdeyî 12 milyon dengder hene ku neçûne ser sindoqan û divê hilbijartina serokkomariyê bibe wek referandumekê.

Seroka IYI Partî Meral Akşener got “Hemû rêxistinên me yên li 81 parêzgehan, parlamenterên heyama berê û parlamenterên me yên nû hatine hilbijartin ji Çarşema borî ve dest bi kar û xebatên li qadê kirine. Di nav 9 rojên li pêşiya me de hemû saziyên partiya me bê ku rawestin dê li qadê kar bikin. Ji bo Berbijêrê Hevpeymaniya Millet birêz Kemal Kiliçdaroglu wek 13emîn serokkomarê Tirkiyê bê hilbijartin em dê karekî zêde bikin. Di nav vê proseyê de li qadên ku alîgirên Erdoganin, yên ku deng nedane Kiliçdaroglu û yên ku dengê xwe nedane Erdogan ez dê rasterast ligel dengderan hevdîtinan bikim. Li hinek cihan min destpêkiriye. Li Stenbolê jî dê bernameyeke min hebe. Ez îşev diçim Stenbolê û sibê pê ve bernameya min destpê dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst