Li bajarên Bakurê Kurdistan û Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê

20-03-2022
RÛDAW
Ahenga li Colemêrgê (Wêne: Şewket Herkî/Rûdaw)
Ahenga li Colemêrgê (Wêne: Şewket Herkî/Rûdaw)
Nîşan Newroz Bakurê Kurdistanê Tirkiye
A+ A-

Rûdaw (Rûdaw) - Li bajarên Bakurê Kurdistanê tevî barîna berfê û sermayê merasîmên Newrozê hatin sazkirin. Li qontara Çiyayê  Cîlo, Sumbil û Feraşînê li Colemêrgê Newroz bi coşeke Newrozê tê pîrozkirin. 

 

 

Li bajarê Wanê jî merasîmeke berfireh a Newrozê hatiye sazkirin û xelk bi peroşeke mezin Newrozê pîroz dikin.

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê jî ku bi milyonan Kurd lê dijîn, tevî daketina pileyên germê merasîma Newrozê hate sazkirin.

 

 

Peyamên aştî û azadiyê di merasîmên Newrozê de derdikevin pêş. Biryar e sibe li Geverê merasîm bê sazkirin, herweha ahenga herî mezin a Newrozê li bajarê Amedê dê bê sazkirin.

 

 

Îro Yekşemê, 20/03/2022, li van bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Newroz tê pîrozkirin:

Wan, Colemêrg, Êlih, Îzmîr, Dîlok, Riha, Edene, Bazîd, Sîlopî, Çewlîg, Semsûr, Farqîn, Çinar, Erxenî, Meletî, Elbîstan, Dêrik, Aydin, Antalya, Manîsa, Denîzlî, Balikesîr, Bursa, Çanakkale, Tekîrdag, Hetay, Osmaniye, Tetwan, Kop, Enqere, Eskîşehîr.

 

 

Herwiha jibilî bajarên Kurdistan û Tirkiyê, Kurdên li Lubnanê jî bi coş û peroşeke mezin Cejna Newrozê pîroz dikin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst