Li Silêmaniyê êrişa çekdarî: 4 kes hatin kuştin

20-03-2020
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Silêmaniyê ji ber sedemeke hêj nayê zanîn êrişeke çekdarî hat pêkanîn û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan.

Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê Erkan Elî ragihan ku li cadeya Mamosteyan nêzîkî Mizgefta Qazî Mihemed teqe li malekê hatiye kirin û di encamê de 4 kes hatine kuştin.

Erkan Elî da zanîn ku piştî lêkolîn û lêpirsîna hêzên asayişê eşkere bûye ku ew kesên teqe kirî, endamê wê malbatê bi xwe ye.

Peyamnêrê me da zanîn ku ew gencek bi navê Tarîq e, li gorî zanyariyan kêşeya derûnî hebûye.

Herwiha hat zanîn ku yek ji wan kuştiyan bi navê Dawud, 2 zarokê wî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst