Li Sêwazê erdhejeke bihêz çêbû

20-01-2024
RÛDAW
Nîşan Sêwaz Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4.4 pileyan çêbû.

Rêveberiya Kareseat û Rewşên Bilez (AFAD) li ser erdhejê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Kareseat û Rewşên Bilez (AFAD), demijimêr 01:27an li navçeya Gurinê ya Sêwazê erdhejeke bi hêza 4.4 pileyan çêbûye.

Li gorî AFADê ew erdhej li kûrahiya 5.33 kîlometrayan çêbûye.

Parêzgariya Sêwazê diyar kir ku heta niha ti rewşên neyînî nehatine ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst