Mesrûr Barzanî: Divê mijara mûçe ji pirsgirêk û aloziyên siyasî dûr be

20-01-2021
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Mûçe Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, hefteya bê şanda Kurdistanê dê serdana Bexdayê bike û tekez jî kir, “pêwîst e mijara mûçe ji pirsgirêk û aloziyên siyasî bi dûr be.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li gel konsul, nûner û dîplomatên welatan ên li Herêma Kurdistanê kom bû.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di civînê de “rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê, reformên ku ji aliyê kabîneya 9an ve hatine destpêkirin û têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî” hatin gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniyê, di civînê de tekezî li ser wê hatiye kirin, “Herêma Kurdistanê berdewam hewl bo vê yekê daye daku xwedî baştirîn têkilî be li gel hikûmeta federalî û tevahiya kêşeyan bi awayeke bingehîn û li ser esasê destûra bingehîn werin çareserkirin” û hatiye gotin, “Ji bo vê yekê jî Herêma Kurdistanê tevahiya erk û pêbendiyên xwe yên destûrî cîbicî kiriye daku bigihêjin rêkeftinekê ku li gor berejwendiyên tevahiya welatiyên Iraqê be.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di civînê de tekezî li ser wê kir,”lazim e babeta mûçe ji kêşe û aloziyên siyasî bi dûr be, nabe ew yek weke karteke zextê li dijî Herêma Kurdistanê û weke siyaseta birçîkirina mûçexorên Herêma Kurdistanê were bikaranîn.”

Herwiha di civînê de amaje bi “karnameya hikûmeta herêmê ya bo hemerengkirina abûrî, zêdekirina çavkaniyên dahatê, kêmkirina xerciyan, sazmandehîkirina bacan û pêşkêş kirina asankariyan bo hêlbirênerên biyanî û navxwe”  hatiye tekezkirin, “Me tevahiya hewlên xwe bo dabîn kirina mûçeyan mûçexorên Kurdistanê bitevger kirine.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, “Me tekezî li ser vê yekê kir ku Herêma Kurdistanê faktereke girîng ya aramiyê ye li deverê û dixwaze têkiliyên dostane li gel welatên cîran hebe û têkiliyên xwe yên li gel civata navnetewî pere pê bide.”

Her li gor hatiye belavkirin, “girîngiya berdewamiya hevkarîkirin û hemahengîkirin li gel Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna metirsiyên terorê” mijarên din ên civînê bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî kombûnê li hejmara xwe ya Twitterê peyamek jî belav kir.

Mesrûr Barzanî di wê peyama xwe de dibêje, “Armanca me ew e li gel Bexdayê budceyeke dadperwerane desteber bikin bo ku bi corek di berjwendiya xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê û fermanberan de be. Şanda me ji bo giftuyên zêdetir hefteya bê diçe Bexdayê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di twîta xwe de dibêje, “Me her hewlek daye ji bo dabîkirina mûçeyên fermanberên Herêmê.”

Destpêka meha Mijdara borî, Parlamentoya Iraqê bêyî rizamendiya Kurdan projeyasaya deynan bo kurthênana budceyê pesend kir.

Li gor wê yasayê, ti pişkeke deyn ji bo Herêma Kurdistanê nehatiye diyarkirin, hevdem radestkirina ti beşa petrolê jî li ser Herêma Kurdistanê nehatiye sepandin, hatiye danîn ku kompanyaya SOMO diyar bike.

Roja 3/12/2020 şandeke teknîkî ya Herêma Kurdistanê çû Bexdayê ji bo giftigokirina li gel Kompanyaya SOMO, Wezareta Darayî û Hikûmeta Iraqê ji bo dabînkirina şayesteyên darayî yên Herêma Kurdistanê di budceya 2021an de.

Heta niha  jî zêdetir ji 6 caran şanda danûstandinkar a Herêma Kurdistanê ji bo rêkeftina li ser budce û şayesteyên darayî yên Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kiriye.

Di civîna sê alî ya her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê de biryar hat dayîn, şanda danûstandinkar a Herêma Kurdistanê bo giftugokrna li gel Hikûmeta Iraqê derbarê pirsa budce, dahata deriyên sînorî û şayesteyên darayî yên Herêma Kurdistanê “raporteke têr û tijî” pêşkêşî parlamentoyê bike û paşê ew raport bi parlamentoyê hat dayîn.

Di raportê de “bi hûrgilî û bi belge” Parlamentoya Kurdistanê û raya giştî, ji derencamên civînên şanda danûstandinkar li gel Hikûmeta Iraqê di serdemên Adil Ebdulmehdî û Mistefa Kazimî de, hat agahdarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst