Bazirgan û xelkê ser sînor gazinan ji girtina deriyê Bajêrgeyê dikin

20-01-2021
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Heta niha jî deriyê sînorî yê Bajêrgeyê nehatiye vekirin
Heta niha jî deriyê sînorî yê Bajêrgeyê nehatiye vekirin
Nîşan Îran Tirkiye Bajarge
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Take deriyê sînorî yê fermî di navbera Tikiyê û Îranê de, deriyê Bajêrge ye, bajarên Colemêrg û Urmiye bi hevre girê dide. Ew jî bo demeke diyarkirî ji ber corona hatibû girtin, lê piştî vekirina wî derî ji hezîrana sala borî ve, lê heta niha jî hatinûçûna xelkê gelek zehmet e, astengî jêre tên çêkirin, vê jî bandoreke xirab li bazarên sînorî kiriye.

Hikûmeta Tirkiyê roja 4ê Hezîran 2020an biryara vekirina hemû dervezeyên sînorî dabû, lê bi taybetî jî li parêzgeha Wan û Colemêrga Bakurê Kurdistanê deriyên sînorî yên li ser sînorê Rojahilatê Kurdistanê nehatine vekirin. Niştecihên Wan û Colemergê daxwaza rakirina astengên li deriyên sînorî yên navçeyên xwe dikin.

Deriyê Bajêrgeyê ku dikeve ser merzê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê tevî ku bi fermî vekiriye, lê ji hatûçûna xelkê deverê re tê sînordarkirin.

Hemwelatî Samî Akarsu dibêje: “Rewşa me xirab e. Çi kar nemaye. Hemû karê me deriyê sinorî ye. Ev jî girtiye. Hatûçû nîne. Ji bo em karekî bikin pêwîst e parêzgar destûrê bide. Heta careke destûrê didin bi sedan astengan derdixin pêşiya me.”

Deriyê sînorî yê Bajêrge take dervazeyê fermî yê di navbera Tirkiyê û Îranê de ye ku dikeve  parêzgeha Colemergê. Beriya coronayê rojane 400 kesan hatûçûn dikir û gelek kelûpel bi rêya vî derî ji bazarên Urmiyê derbasî nav bazarên parêzgeha Colemêrgê dibûn.

Hemwelatî Ertan Ulusoy jî got: “Ji bo barhilgiran rê nagirin, ji bo kesên bi balafirê were û here rê nayê girtin. Gelo vîrus tenê ji bo me feqîr û hejaran heye? 7-8 meh in kes nikare dikanên xwe weke, her der girtiye baş e ma vîrus tenê ji bo Bajêrge hatiye. Xelk êdî nikare nanekê peyda bike. Herin li gundan bibînin. Xelk mihtacê nanekê ye.”

Piştî girtin û sînordarkirina Deriyê Bajêrge heman demê neştecihin ji Gever, Şemzîna, Colemêrg û Çelê nikarin seredana kesûkarên xwe yên li gundên Urmiyê û dorûberê wê bikin.

Hemwelatî Serdar Tursun jî got: “Hikumeta Îranê bi dilê xwe ye, ku dilê wan bixwaze dê vekin. Ji bo kesên dewlemend kêşe nîne. Feqîr jî hema nikarin ji mala xwe derkeve. Xelk perîşan bûye û dewlet jî tiştekî nake û kes pirsa halê me jî nake.”

Li gorî agahiyan niha tenê kesên ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê weke rêwîngî  yan geştyar dikarin derbasî aliyê Rojhilat bibin ew jî şertê ku çi karên bazirganî nekin tenê weke mêvan biçin û dîsa vegerin.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst