Îran êdî kêmtir gazê difiroşe Tirkiyeyê: Rêje gelekî daketiye

08-02-2024
Nîşan Îran Tirkiye Gaza Xwezayî Hinarde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêjeya gaza xwezayî ya ku Îran difiroşe Tirkiyeyê, ji sedî 42 kêm bûye.

Navenda Amaran a Komîsyona Ewropayê (Eurosat) ragihand, sala 2023yan rêjeya gaza xwezayî ya ku Îran hinardeyî Tirkiyeyê dike, ji sedî 42 kêm bûye û daketiye 5,4 milyar metre sêcayan.

 Eurosatê amarên sala 2023yan ên hinardeya gaza xwezayî ya ku Îran difiroşe Tirkiyeyê re eşkere kirin.

Li gorî amaran, Îranê sala 2023yan 5,4 milyar metre sêca gaza xwezayî hinardeyî Tirkiyê kiriye.

Îranê sala 2022yan 9,4 milyar metre sêca gaza xwezayî firotibû Tirkiyeyê.

Îran mehane di navbera 500 û 900 milyon metre sêca de gaza xwezayî hinardeyî Tirkiyeyê dike.

Di navbera mehên hezîran û îlonê yên sala 2023yan de hinardeya gaza xwezayî, ji ber sedemên wekî “xebatên bipêşvebirin û baştirkirinê” hatibûn rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst