Qamişlo: Ciwanên Şoreşger êrîşî avahiyên Neteweyên Yekbûyî kir

19-10-2022
RÛDAW
Qamişlo: Ciwanên Şoreşger êrîşî avahiyên Neteweyên Yekbûyî kir
Qamişlo: Ciwanên Şoreşger êrîşî avahiyên Neteweyên Yekbûyî kir
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Ciwanên Şoreşger Qamişlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanên Şoreşger li cadeya Siyahî ya Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê bi keviran êrîşî avahiyên Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Tendirustiya Cîhanî kirin.

Ji Qamişlo çavkaniyekê ji Rûdawê re got, îro Çarşemê 19ê Cotmeha 2022an Ciwanên Şoreşher û alîgirên Rêveberiya Xweser li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser PKKê yê li Başûrê Kurdistanê xwepêşandanek li dar xistin, piştî xwepêşandanê nêzîkî 50 ciwanên PYDê û Rêxistina Ciwanên Şoreşger bi keviran êrîşî avahiyên Neteweyên Yekbûyî kirin û pencereyên wan şikandin.

Heta niha ne Rêveberiya Xweser û ne jî Netewên Yekbûyî ti daxuyanî di vê derbarê de nedane.

Di xwepêşandanê de Ciwanên Şoreşger logoya Rêxistina Tenduristiya Cîhanî xistine bin lingê xwe û pankartên xwe li ser avahiya wê daliqandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst