Li Erziromê 2 zarok di golekê de xeniqîn

19-08-2023
RÛDAW
Nîşan Erzirom Bûyerên Xeniqînê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xinûsê ya parêzgeha Erzeromê ji 7 zarokên keç ên ku ketibûn golekê 2 ji wan xeniqîn.

Roja îniyê li taxa Akbayirê ya navçeya Xinûsê 7 zarokên di navbera 9 û 12 salî de bûn, bêyî agahdariya malbatên xwe ji bo avjeniyê çûn goleke ku ji bo ajelan hatibû çêkirin.

Ji 7 zarokên ku ketin gola ku binê wê herî bû, 3 ji wan di bin avê de winda bûn.

Hevalên wan zarokan malbat ji rewşê agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê malbat û gundî bi hawara zarokan ve çûn.

Zaroka bi navê Ecrîn Coşkuna 9 salî bi saxî ji golê derxistin.

Coşkun piştî hewldanên bijîşkî yên li Nexweşxaneya Xinûsê bi helîkopterê veguhestine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Erziromê.

Gundiyan piştre ji bo dîtina zarokên bi navên Elîf Berfîn Demîr (12) û Serayî Çelîk dest bi xebatan kirin.

Piştî demekê cenazeyên her du zarokan jî ji golê derxistin û birine morga Nexweşxaneya Erziromê.

Malbat û xizmên zarokan çûn nexweşxaneyê û li ber deriyê nexweşxaneyê şîn girêdan û li ser zarokên xwe lorandin.

Hat ragihandin ku piştî bûyerê gol hatiye valakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst