Hunera dartaşiyê li Erziroma Bakurê Kurdistanê

16-05-2024
Nîşan Erzirom Dartaşî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Aşur Taşê 64 salî li gundê Poçensê yê Tortimê yê parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê dartaşiyê dike.

Ev 10 sal in ku Aşur Taş dev ji jiyana bajêr berdaye û hatiye gundê xwe û vê pîşeya ku ji çar bavan jê re maye li ser pêyan dihêle.

“Karê daran ji bo min eşqek e”

Aşur Taş diyar kir ku karê wî jê re evînek e û got:

“Karê daran ji bo min eşqek e, ku tu pê ve bê girêdan êdî nikarî dest jê berdî.

Dema ez karekî temam dikim wê şevê ez bi aramî radizim.

Di karê daran de dema ez tiştekî nû çêdikim ez gelekî kêfxweş û aram dibim.”

Aşur Taş diyar kir ku di vî karî de darên ter nayên bikaranîn û ew darên hişk bi kar tînin.

Wî dartaşî herwiha got ku temenê darê çiqasî dirêj be nexşên xweşiktir derdikevin holê.

Ew ji parçe darên hişk û bi amûrên ku ji bavê wî jê re mane gelek tiştên bedew çêdike.

“Ez dixwazim ev huner bê bipêşxistin”

Dartaş Aşur Taş diyar kir ku ew naxwaze dartaşî ji holê rabe û berdewam kir:

“Ez dixwazim ev huner bê bipêşxistin û winda nebe.

Ez dixwazim zaroka pê bigihînim, ez dikarim derbarê vî karî dersan bidin da ku nifşên nû jî fêrî vî karî bibin.”

Ev kar ji bo Taş bûye çavkaniyeke dahatê lê tevî wê yekê jî armanca wî ya herî mezin ev e ku ew karibe şagirtên nû perwerde bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst