Li Wanê cerdevanekî destdirêjî li zarokeke 16 salî kir

19-08-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Cerdevan Destdirêjî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbakê ya parêzgeha Wanê cerdevanê ku destdirêjî li zarokeke 16 salî kir, hat desteserkirin.

Li gorî malperên xwecihî yên nûçeyan ên Wan a Bakurê Kurdistanê, li taxa Kirbaliyê ya navçeya Elbakê cerdevanê bi navê B.A destdirêjî li zarokeke 16 salî kiriye.

Cerdevanê bi navê B.A zewicî ye û bavê 2 zarokan e.

Piştî ku bûyer eşkere bû, cerdevanê navborî bi giliyê malbata zaroka 16 salî roja înê hat desteserkirin.

Hat ragihandin ku karûbarên îfadeyê yên wî cerdevanî berdewam dikin.

Li gorî îdiayan piştî ku bûyera destdirêjiyê eşkere bûye, wî ji bo ku giliyê wî nekin zext li malbata zaroka 16 salî kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst