Polîsê Kirmaşanê: Zêdetir ji 11,000 kesan li ser dizîkirinê hatine desteserkirin

19-07-2023
Firat Kelehkî
Nîşan Kirmaşan Rojhilatê Kurdistanê Dizîkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Polîsên Parêzgeha Kirmaşan dibêje, di sala borî ya hetavî de wate ji 21ê Adara 2022 heta 21 Adara 2023an zêdeyî 11 hezar û 100 kes bi tohmeta dizîkirinê li wê parêzgehê hatine desteserkirin ku ji sedî 19 zêdetir bûye ji sala berî wê.

Li gor Fermandarê Polîsên Kirmaşan Mehdî Haciyan, ji 11 hezar û 105 dizên ku li wê parêzgehê hatine desteserkirin, temenê zêdeyî 8 hezar û 300 kesan di navbera 30 heta 50 salî de bûye û piraniyan diziyan jî kelûpelên otomobîl û nav malên xelkê bûne.

Rojnameya Îtîmad a Îranî roja 15ê Hezîrana 2023an di raportekê de belav kiribû ku di pênc salên borî de dizîkirin zêde bûye û li gor rapora Navenda Amaran a Îranê jî, dizîkirin gelekî zêde bûye, bi awayekî wiha ku piştî maddeyên hişbir, dizîkirin duyemîn tawan e li Îranê.

Li gor raporta Îtîmadê, krîza aborî û bandorên wê wek bêkarî û cudabûna hevjînan sedemên serekî yên dizîkirinê ne li Îranê.

Li gor amarên ku sala borî Navenda Amaran a Îranê belav kirine, di sala 2016an de 343 hezar û 425 bûyerên dizîkirinê hatine tomarkirin, ew di demekê de ye sala 2021an bo yek milyon û 400 hezar dizîkirin bilind bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst