Li ser rêya Hewlêr-Mexmûrê agir bi depoyeke benzînê ket

19-05-2023
Helebja Sadon
Agirê li depoya benîznê piştî 3 demjimêran hat kontrolkirin
Agirê li depoya benîznê piştî 3 demjimêran hat kontrolkirin
Nîşan Hewlêr Mexmûr Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser rêya Hewlêr-Mexmûrê agir bi wêstgeheke depokirina benzînê ket û bû sedema gelek ziraran. Agir piştî 3 demjimêran hat kontrolkirin, ti zirarên canî tunebûn û zirar tenê madî bûn.

Bûyera agirpêketinê roja Pêncşemê 18ê Gulanê nêzî demjimêr 17:00an çêbû. Agirek mezin bi wêstgeheke depokirina sotemeniyê ya ji corê benzînê ket.

Li gor yek ji kesûkarên xwedanê vê wêstgehê, sedema agirpêketinê kontakta elektrîkê bûye.

Behaedîn Îsmaîl, xizmekî xwedanê wêstgehê ji nûçegihana Rûdawê Helebce Sadûn re got: “Sedema agir kontakta elektrîkê bû di dînama parzûngehê de, herweha ji ber hebûna benzînê di nava tankan de, agir bihêz bû.”

Destpêkê agir bi 2 tankan ketibû, piştre agir mezin bû û derbasî du tankên din jî bû, ku bigiştî 4 tankerên sotemeniyê şewitîn. Li gor agahiyan, 3 ji wan tankeran tejî benzîn bûn.

Ji bo kontrolkirina agir, 8 tîmên Berevaniya Şaristanî û hejmareke xwebexş li cihê bûyerê amade bûn û piştî 3 demjimêran agir kontrol kirin.

Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê, Serkewt Kareş derbarê bûyerê de ji Rûdawê re axivî û got: “Di dema her agirekî nava palawgehan de, em madeya fom bikartînin û niha agir hatiye kontrolkirin û tu metirsî li ser palawgeh, wêstgeh û deverên derdora wê nemaye.”

Mehdî Elî kesekî xwebexş e ku di kontrolkirina agir de amade bûye û dibêje: “Me xwelî dikire di navbera tankeran de ji bo ku agir negihe tankên din ên benzînê. Em wek xwebexş alîkar bûn ligel Berevaniya Şaristanî ji bo kontrolkirina agir.”

Li vî cihî ku dikeve pişt wêstgehê, agir ji aliyê Berevaniya Şaristanî, wêstgeha elektrîka Hewlêrê û cotkarên deverê ve dihat kontrolkirin.

Erdelan yekem kes bû agir dît, û wek kesekî xwebexş li aliyê din ê wêstgehê alîkar bû ji bo vemirandina agir.

Erdelan Silêman dibêje: “Berevaniya Şaristanî daxwaz ji me kir ku em avê ji wan re dabîn bikin û bi rastî me av ji wan re dabîn kir. Em ji aliyê din ê palawgehê alîkar bûn.”

Tevî hebûna hejmareke karkeran di dema bûyerê de, lê ziyan tenê madî bûn û tu ziyanên canî tunebûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst