Li Rojavayê Kurdistanê Ereb û Siryanan jî Newroz pîroz kir

22-03-2024
RÛDAW
Li Rojavayê Kurdistanê Ereb û Siryanan jî Newroz pîroz kir
Li Rojavayê Kurdistanê Ereb û Siryanan jî Newroz pîroz kir
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Ereb Newroz Siryan Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê pêkhateyên Ereb û Siryan jî beşdarî çalakiyên Newrozê bûn.

Her du pêkhateyan li saziyên Rêveberiya Xweser jî Newroz pîroz kir.

Hevseroka Encûmena Gelan a Rêveberiya Xweser Sîham Qiryoyê got:

“Cejna Newrozê cejna azadî, nûbûn û vejandinê ye. Bi vê helkeftê em pîrozbahiyê li hemû gelên herêmê û bi taybetî gelê Kurd dikin.”

Li stadyuma bajarê Reqayê ku di dema DAIŞê zindan bû, ji aliyê pêkhateyên Kurd, Ereb û Siryan ve ji bo şahî û çalakiyên Cejna Newrozê hat xemilandin.

“Em daxwaza lihevkirinê dikin”

Cîgirê Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid jî anî ziman:

“Îro roja azadiyê ye, roja kerametê ye, roja aştiyê ye û roja hezkirinê ye.

Em li bakur û rojhilatê Sûriyeyê di vê rojê de û bi baweriyeke mezin dibêjin em xwazyarên aştiyê ne, ne xwazyarên şer û kuştinê ne, em xwazyarên hezkirinê ne û ne xwazyarên zikreşiyê ne, em xwazyarên avakirinê ne û ne xwazyarên wêrankariyê ne.

Em daxwaza lihevkirinê dikin, em dibêjin Cejna Newrozê li we û li hemû gelên cîhanê pîroz be.”

Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê berî 2011ê Newroz ji aliyê Hikûmeta Sûriyeyê ve hatibû qedexekirin.

Gelê Kurd û aliyên siyasî li dijî qedexekirinê li çol, gund û ser giran Newrozê pîroz dikirin.

Lewma Newroz bi xebata rizgarîxwaziyê û Kurdayetiyê ve hatibû girêdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst