VÎDEO - Mela zarok dan ber kulm û pehînan

19-04-2024
Dema mela li zarokekî dixe / Wêne: Ji ber dîmenan
Dema mela li zarokekî dixe / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Agirî Mela Zarok Lêdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê melayekî zarokên kursa Quranê dan ber kulm û pehînan.

Dîmen li ser torên civakî hatin belavkirin û bûn sedema bertekên dijwar.

Qaymeqamiya Giyadînê piştî belavbûna dîmenan dest bi lêpirsinê kir.

Parêzgariya Agiriyê ragihand ku ew mela ji kar hatiye dûrxistin û hatiye desteserkirin.

Li hêla din, navê wî melayî ji raya giştî re nehat eşkerekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst