Gola Masiyan çar demsalan mazûvaniya geştiyaran dike

03-07-2023
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Agirî Gola Masiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gola Masiyan a Agiriyê yek ji bilindtirîn golên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ye û 2 hezar û 241 metreyan ji asta deryayê bilind e, çar demsalan mazûvaniya geştyaran dike.

Gola Masiyan 30 kîlometre dûrî navçeya Avkevirê ya parêzgeha Agirî ye. Rûberê Gola Masiyan, 30 kîlometre çargoşe ye û kûrtirîn cihê golê 37 metre ye. Her çar demsalan gol navborî mazûvaniya geştyaran dike.

Xwediyê navenda geştyariyê Yakup Birlik got “Îsal ji ber hewa sar bû geştyariya havînê li vir nû destpê kir. Bi hatina cejnê hejmara geştyaran zêde bû, em li bendê ne di betlaneya cejnê tevî de qerebalix be. Xelkê ku tên vir vê bedewiyê dibînin ji hev re qala wê dikin û ew bandorê li zêdebûna geştyaran dike.”

Ji hemû welatên cîhanê geştyarên ku tên serdana vê golê dikin hene. Ji ber çiyagerên ku diçin ser Çiyayê Agirî bo bêhnvedanê li ser Gola Masiyan radiwestin, kampê çêdikin û çend rojan dimînin, ji masiyên taybet bi golê yên deq sor dixwin û piştre rêya xwe berdewam dikin.

Geştiyar Nail Engin dibêje “Ez ji Enqerê hatime. Di sala 1958an de ez li Dogubeyazîtê hatime dinê. Ji sala 1976an ve ez li Enqerê karê bazirganiyê dikim. Me bêriya warê xwe kiribû. Tevî kurê xwe û xizmên xwe em bo cejnê hatin vir. Dema tên vir tekez divê em serdana Gola Masiyan bikin û em bidîtina wê gelekî kêfxweş in.”

Geştiyar Ozge Çaglar diyar kir“Em ji Tekîrdagê hatine vir, cihekî gelekî xweş e. Hewaya wê, ava wê û hênikbûna wê bê wêne ye. Hewa çiqas germ be jî ev der hênik e.”

Li ser vê golê dû giravên biçûk hene û li vê navenda geştyariyê bi beleman geştên bo wan giravan jî hene.

Gola Masiyan di hemû demsalan de taybetmendiyeke wê heye. Zivistanê de mazûvaniya geştyariya ser cemedê dike. Biharê bi gul û kulîlkan dixemile û bi bedewiya xwe bala geştyaran dikşîne. Di havînê de jî ji ber hewaya xwe ya hênik dibe navendeke girîng a geştyariyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst