PSKyê helwesta xwe ya hilbijartinan diyar kir

19-03-2024
RÛDAW
Nîşan PSK Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) helwesta ya ji bo hilbijartinên 31ê Adarê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

PSKyê diyar kir ku Meclîsa Partiyê roja 17ê Adara 2024an civiya û qonaxa dawî ya hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê nirxand.

PSKyê ragihand ku ew dê dengê xwe bidin “namzedên demokrat ên welatparêz”.

Daxuyaniya PSKyê wiha ye:

“Ji hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê re tenê çend roj man.

Ji dema ku salnameya hilbijartinên herêmî hat diyarkirin, me wekî PSKyê ev mijar bi awayekî cidî anî rojeva xwe û me çend civîn li dar xistin.

‘Me ji bo hêviyên gelê me gelek hewl da’

Ji bo ku di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de li gorî hêviyên gelê me yên azadî û demokrasiyê encamekê bi dest bixin, me gelek hewl da.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, li Amedê di civîna xwe ya 16-17ê Kanûna Pêşîna 2023yan de, rewşa dijwar û zehmet a ku welatê me tê re derbas dibe û êriş û gefên ku gelê me bi wan re rû bi rû mane li ber çav girtin û destnîşanî bi hevkariyek berfireh a hilbijartinan kir.

Meclîsa Partiyê ya PSKyê ku 7ê Kanûna Paşîna 2024an li hev civiya, çarçoveya giştî ya ku di Konferansa 3yemîn de hatibû xêzkirin, veguherand şiklekî zelaltir û bikêrtir.

Meclîsa Partiya me hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an ji bo rawestandina êrişên dijminane yên li dijî hebûna neteweya gelê Kurd, nirxên wî yên pîroz û vîna wî ya azadiyê, wekî derfeteke girîng bi nav kirin.

‘Em hêzên xwe bikin yek, em dikarin xwe bi rê ve bibin’

Meclîsa Partiya me destnîşan kir ku heger em di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de hêzên xwe bibin yek, em dikarin xwe bi rêve bibin û bajarên xwe bikin baxçeyên ziman û çanda Kurdî.

Di danezana dawî ya Civîna Meclîsa Partiyê ya 7ê Kanûna Paşîna 2024an de xalên jêrîn hatin destnîşankirin.

Pêwîstiya me bi hevkariyeke hilbijartinê heye ku hemû hêzên me yên neteweyî yên demokratîk, cihêrengiya me ya etnîkî, olî û çandî û paşxaneya me ya rewşenbîrî bîne cem hev.

Hemû aktorên me yên siyasî dikarin ji bo berjewendiyên hevpar ên gelê xwe bên cem hev, taybetiya xwe biparêzin û cudahiyên xwe wekî dewlemendiyekê bihesibînin.

Hevkariya hilbijartina berfireh, ne tenê dê karibe bajarên xwe bi dest bixin, belkî ji bo gelê me dikare bibe navendeke balkêş û çavkaniyeke mezin a bawerî û moralê.

Hevkariya hilbijartinan a bi vî rengî dikare di paşerojê de ji bo tifaqên neteweyî yên mayînde û stratejîk jî bibe bingeheke xurt.

‘Em dê bi saya hevkariyê rêveberiya hemû bajarên Kurdistanê bi dest bixin’

Bê şik em dê bi saya hevkariyeke berfireh a hilbijartinê ku hisret û hêviya gelê me ye, rêveberiya hemû bajarên Kurdistanê bi dest bixin.

Hêz û îradeya me heye ku em bajarên xwe yên ku ji aliyê fizîkî, dîrokî û çandî ve hatine hilweşandin, ji nû ve ava bikin.

Di destê me de ye ku em hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê bi şîara Li bajarên Kurdan ti deng ji ti partiyên sîstemê re tunin’ veguherînin referandûmê.

Em dikarin bi encamên hilbijartina 31ê Adarê nîşan bidin ku em dikarin hem bajarên xwe hem jî welatê xwe bi rê ve bibin.

Me bal kişand ku hevkariyeke berfireh a hilbijartinê dikare li gorî bernameyek ku daxwazên gelê Kurd ên bingehîn, lezgîn, demokratîk ên neteweyî di nav xwe de dihewîne pêk bê û çarçoveya giştî ya wê li jêr hatiye diyarkirin.

Naskirina nasnameya gelê Kurd di asta destûrî de.

Naskirina zimanê Kurdî wekî zimanê perwerdeyê û di qada giştî de qebûlkirina wî wekî zimanê fermî,

Bi hemû dewlemendiya xwe vejîna ziman, çand û dîroka Kurdî,

Eşkerekirina gorên rêberên Kurd ên windakirî,

Vegerandina navên Kurdî yên hemû cih û warên dîrokî, erdnîgarî, çandî,

Bidawîkirina dosyayên girtina partiyên siyasî yên Kurd û tolhildana nerewa ya li dijî kadroyên Kurd ên siyasî,

Naskirina mafê gelê Kurd ku di welatê xwe de xwe bi rê ve bibe û hwd.

Me teqezî li ser wê yekê kir ku ev daxwaz û armanc dikarin bibin hevparên hevbeş ên hevkariya hilbijartinan.

Me diyar kir ku meclîsên bajaran dikarin di bin rêveberiya hêzên neteweya demokratîk a Kurd de bibin meclîsên herêmî.

Meclîsên bajarên ku em dê bi rê ve bibin, dikarin di warê naskirina nasnameya Kurdî, wekî zimanê perwerdeyê bikaranîna Kurdî, vegerandina navên Kurdî, di warê ziman, çand û dîroka Kurdî de xebatên bibandor û bi rêzgirtina bîranînên dîrokî û mezinên Kurd ên çandî û mezinkirina nifşên nû yên saxlem, berpirsiyar û hişyar mîsyoneke dîrokî bi cih bînin.

Me ev yek eşkere kir.

Tesbîtên Meclîsa Partiyê ya PSKyê

Me di daxuyaniya dawî ya Meclîsa Partiyê de jî ev tesbît kirin:

Şaredariyên ku em dê bi hev re bi rê ve bibin, dê hewl bidin ku wesayeta hikûmeta navendî ya li ser rêveberiyên herêmî kêm bibe.

Ji bo ku walî, qeymeqam û rêvebirên polîsan bi hilbijartinan bên ser kar dê têkoşîneke çalak bê meşandin.

Di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de bi kontrolkirina hemû bajarên xwe em dikarin pergala monîst, yekdest û navendparêz a heyî biguherînin navendeke ademî û yekrêziyê.

‘Em dikarin wekî defakto welatê xwe bi rê ve bibin’

Bi serketinên mezin ên ku em di hilbijartinên 31ê Adarê de bi dest bixin, ne tenê bajarên xwe, em dikarin wekî defakto welatê xwe jî bi rê ve bibin.

Encamên hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê dibe ku veguhastina nîzama monîst û otorîter a ku çavkaniya hemû pirsgirêkan e, ber bi federalîzmê ve bibe.

Gelê me yê hêja,

Komisyona Hilbijartinê ya PSKyê di çarçoveya ku Meclîsa Partiyê di civîna 7ê Kanûna 2024an de amade kiribû, ji bo ku hevkariyek giştî û Kurdistanî ya hilbijartinê pêk bîne, gelek xebat kir.

‘PSKyê civînên piralî li dar xistin’

Komisyona Hilbijartinê ya PSKyê bi DEM, DBP, PWK, HAK-PAR, PDK Bakur, KKP, bi hemû partî û partiyên Kurdistanî re, ji bo ku hevkariya hilbijartinan têra xwe fireh bibe û hêviyên gelê Kurd bi cih bîne, civînên piralî li dar xistin.

Partiya me li Amedê bi gelek sazî û dezgehên xwedîprestîj giranhêz re hevdîtin pêk anîn û em bawer dikin ku dê bi nêrîn û pêşniyazên xwe piştgiriyê bidin avakirina hevkariya hilbijartinên Kurdistanê.

Me di derbarê xebatên xwe yên hevkariya hilbijartinê de ew agahdar kirin û anî zimên ku em li hêviya nêrîn û piştgiriya wan in.

Me li ser heman mijarê bi gelek rewşenbîr û kesayetên Kurd re hevdîtin pêk anîn.

Lê tevî hemû hewlên me yên dildar û rasteqîn, hevkariya hilbijartinan a ku gelê me jê hêvî dikir û dikarîbû pêvajoya xirab a niha berovajî bike, pêk nehat, me nikarîbû pêk bînin.

‘DEM Partiyê di çênebûna hevkariyeke berfireh de roleke sereke lîst’

Di çênebûna hevkariyeke berfireh a hilbijartinên 31ê Adarê de nêzîkatî, eznavendî û hizibparêziya siyasî ya DEM Partî rolek sereke lîst.

Têgihiştina siyasî ya ku DEM Partî temsîl dike, li şûna ku hêviyên gelê Kurd di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de esas bigire, berjewendiyên xwe yên hizbî wekî bingeh da pêş.

Li şûna ku bi perspektîfeke stratejîk li wan binêre, bi têgihiştineke teng a rojane nêzîkî mijarê bû.

Ji hevkariya hilbijartinê ya bi prensîb, hevgirtî û şefaf dûr ket.

Diyar e ku ev rewş ji bo gelê me ne rewşeke dilxwestî ye.

‘Em ji bo paşeroja gelê Kurd îrade û hestên xwe yên xurt diparêzin’

Tevî vê rewşa neyînî jî ji bo serkeftin û paşeroja gelê Kurd em îrade û hestên xwe yên xurt diparêzin.

Em di wê baweriyê de ne ku dê pêşeroj rewşa gelê Kurd ber bi azadiyê ve bibe, di vê derbarê de gumaneke me ya herî biçûk jî tune.

Rewşa heyî ne çarenûs e. Zû yan dereng em dê vê meyla xerab berevajî bikin û bi hev re siberoja azad û birûmet a ku gelê me heq dike ava bikin.

‘Em nikarin bi navê xwe beşdarî hilbijartinan bibîn’

Gelê me yê hêja,

Em wekî PSKyê ji ber astengiyên dewletê yên destûrî û îdarî yên li dijî Kurdan nikarin bi navê xwe beşdarî hilbijartinan bibin.

Di van şert û mercan de em dê di hilbijartinên 31ê Adarê de biçin ser sindoqan û li gorî prensîbên ku me li jor diyar kirine dengê xwe bidin namzedên welatparêz û demokrat ên ku ji bo daxwazên neteweyî û demokratîk ên gelê Kurd hestyar, hişmend û berpirsiyar in, ji bo van daxwazan xwedî îradeya têkoşînê ne û ji bo çareseriya pirsa Kurd xwediyê hest û helwestên wekhevî, aştiyane û demokratîk in.

Em dê bi dengên xwe piştgiriyê bidin namzedên welatparêz û demokrat ên ku xwediyê hişmendiya siyaseta şaredariyeke demokrat, şefaf, zelal û hesabdar in.

Li parêzgehên rojavayê Tirkiyeyê jî em dê dengên xwe bidin kesên ku ji hebûn û mafên bingehîn ên gelê Kurd re rêzê digirin û ji ziman, çand û dîroka Kurdî re hestyar in.

Em dê ji bo namzedên pêşverû, demokrat ên ku piştgiriyê didin çareseriya pirsa Kurd a wekhevîxwaz, aştiyane û demokratîk bi kar bînin.

Tevî hemû neyînî û nakokiyên heyî jî em hêvî dikin ku hilbijartinên 31ê Adarê di rewşeke demokratîk, adil û aştiyane de derbas bibin.

Em hêvî dikin ku encamên hilbijartina 31ê Adarê ji bo têkoşîna azadî û demokrasiya gelê me xêrdar bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst