Li Erziromê dikan û xanî di bin avê de man

08-07-2024
RÛDAW
Nîşan Erzirom Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber barana zêde cadeyên nav bajêr tijî av bûn, avê da bin gelek xanî û dikanan.

Herwiha rêyeke trafîkê ji ber metirsiya herifînê li ber otomobîlab hat girtin.

Ev çend roj in li wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê baran dibare.

Barana ku danê êvarê dest pê kir, her ku çû zêde kir.

Ji ber baranê li ser hin rê û kuçeyan golên avê  çêbûn, hin kargeh û xanî jî di bin avê de man.

Ji ber golên avê yên li kolanan di trafîkê de astengî çêbû.

Li navçeya Palandokenê jî ji ber barana gur rêya li ser Kolana Îbrahîm Polat ji ber metirsiya hilweşînê ji hatin û çûyînê re hat girtin.

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin li herêmên ku baran zêde barî xebatên xwe didomînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst