Xelkê Wanê herikî qada Newrozê: Kevir jî bibarin em dê bên Newrozê

19-03-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Newroz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tevî şilî û sermayê jî gelê Wanê di demjimêrên serê sibê de herikî qada Newrozê.

Bernameya Newrozê ya ku ji ber erdhejê muzîk û şahî kêm bû, piştî axaftina vekirinê bi stranên Aryen Kom berdewam kir.

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî li vir axaftinek kir û got “Newroz azadî ye, berxwedan e. Em ji bo berxwedan û azadiyê bi hev re ne. Em vê Newrozê ji ber karesata erdhejê xemgîn in.”

Temellî ku hikûmetê rexne kir û dibêje “Hêviya me heye, rêya hêviyê rêya sêyemîn e. Em ê teqez vê pergalê, vê faşîzmê hilweşînin. Çareseriya me ya demokratîk heye. Xwedî û muxatabê vê çareseriyê Birêz Ocalan e. Yên maseyê qelabtin bila bizanibin HDP heye. HDP wê teqez wê maseyê bi muxatabê xwe re deyne. Niha li pêşiya me hilbijartin hene. Em ê yek deng jî ziyan nekin. Ew deng mîrateya têkoşîna bi dehan salan e. Em ê pir bi hêz vegerin parlamentoyê.”

Welatiyê bi navê Şakir li qada Newrozê ji Rûdawê re axivî û got ”baran ji me re ne tiştek e, kevir jî bibare emê bên Newrozê”

Welatiyeke ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê bû dibêje “Em dixwazin ev xwîn raweste, em birakujî naxwazin, armanca me ev e. Em dixwazin Kurd jî li cîhanê hebin”

Jineke ku cil û bergên Kurdî li xwe kiriye got “Baran dibare bila bibare ji me re çi, îro roja me ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst