DTSO: Divê di îhaleyên madenan de mafê sereke yê kompanyayên xwecihî be

19-02-2022
RÛDAW
Nîşan Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê derbarê madenên ku li Amed û navçeyên wê tên derxistin de daxuyaniyek belav kir û ji Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyê daxwaz kir ku ew maden ji aliyê kompanyayên xwecihî yên parêzgehê ve bên derxistin û di wergirtina îhaleyan de mafê sereke yê wan be.

Bakurê Kurdistanê bi çavkaniyên xwe yên xwezayî û binerdî gelekî dewlemend e. Beşeke zêde ya madenên ku li Tirkiyê di pîşesaziyê de tên bikaranîn ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê tên derxistin. Piraniya wan kanên madenan ji aliyê kompanyayên ne herêmî ve tên birêvebirin û îhale bo kompanyayên xwecihî yên wan parêzgehan nayên dayîn.

Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku parêzgeha Amedê û çend navçeyên wê di warê madenan de dewlemend in û got “Di îhaleyên karkirina li ser kanên madenan ên navçeyê de divê mafê sereke bo wan kompanyeyan bê dayîn ku deverê baş dizanin. Divê mercnameya îhaleyê careke din bê  sererastkirin.”

Di daxuyaniyê de ameje bi wê yekê hatiye dayîn ku sektora madenan di peydakirina derfetên kar û di aboriya Tirkiyê û navçeyê de cihekî girîng digire û tê gotin “Ji bo pêşvebirina sektoreke wiha girîng ligel odeyên pîşesazî û bazirganiyê, karsaz, rêxistinên pîşeyî  kar û xebatên me berdewam in.”

Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê di beşeke din a daxuyaniya xwe de daxwaz ji Wezrata Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyê kir ku di îhaleyên derxistina madenên li Amedê û navçeyên wê de divê kompanyayên xwecihî li ber çav bên girtin û dibêje "Eger dînamîkên xwecihî li ber çav neyên girtin veberhênanên ku li navçeyê tên kirin bê sûd dibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst