Egitim-Sen: Li Mêrdînê formên dersên bijarte nehatine dayîn

19-01-2022
RÛDAW
Nîşan Egitim-Sen Mêrdîn Formên Dersên Bijarte Dersa Kurdî Dersa Bijarte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) Sendîkaya Kedkarên Perwerdeyê (Egitim-Sen) ragihand ku li navçeya Qoserê ser bi parêzgeha Mêrdînê li hinek dibistanan formên dersên bijarte nehatine dayîn û yên ku hatine dayîn jî ji aliyê rêveberiya dibistanan ve hatine amadekirin û ew dê derbarê wan kesan de gilî bikin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê proseya tomarkirina navê zarokan bo dersên bijarte berdewam e.

Şaxa Mêrdînê ya Sendîkaya Kedkarên Perwerdeyê (Egitim-Sen) li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir û amaje bi vê yekê da ku wan tespît kiriye ku li hinek dibistanan form nehatine dayîn û hinek ji wan jî ji aliyê îdareya dibistanan hatine amadekirin û dibêje: “Li Mêrdînê rêveberên dibistanan ku dijminatiya zimanê Kurdî dikin suc dikin û emê derbarê wan de gilî tomar bikin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo malbat û xwendekar dersa zimanê Kurdî hilbijêrin, ji gelek aliyan ve bang tê kirin û kampanya hatine destpêkirin. Ji xwendekarên dibistana navîn ên polên 5-6-7 û 8an û malbatên wan tê xwestin ku heta 21ê Çileya 2022ê, serî li rêveberiya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî wek dersa bijarte hilbijêrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst