ÊLIH- Navenda Zanistî ya El Cizîrî tê vekirin

18-11-2024
RÛDAW
Yek ji wan robotên El Cizîrî \ Wêne: AA
Yek ji wan robotên El Cizîrî \ Wêne: AA
Nîşan Rezzaz el Cizîrî el Kurdî Heskîf Êlih Navenda Zanistî ya El Cizîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Mûzexaneya Heskîfê ya Êliha Bakurê Kurdistanê bi navê El Cizîrî navendeke zanistê tê vekirin.

Li navendê berhemên wekî makîne hatine çêkirin demjimêra avê ya bi fîl, robot , pergala pompekirina avê, fiskiyeyên otomatîk ên du hewz û pompeya avê ya du piston di pêşangehê de tên nîşandan.

Qeymeqamê Heskîfê Mehmet Ali Imrak li ser navendê wiha got:

"Li navenda zanistê em dê 19 berheman nîşan bidin ku 5ê wan bi awayekî çalak dixebitin.

Çawa di dema xwe de dixebitîn, ji bo wê demê bînin bîra mirovan dê bi heman awayî çalak bin.

Hemû berhemên din ên El Cizîrî jî dê li navendê bên nîşandan."

Li navendê berhemên wekî makîne hatine çêkirin demjimêra avê ya bi fîl, robotê avdestê, pergala pompekirina avê, fiskiyeyên otomatîk ên du hewz û pompeya avê ya du piston tên nîşandan.

“Berhemên Cizîrî bandoreke mezin li şoreşa çandiniyê kiriye”

Qeymeqamê Heskîfê Mehmet Ali Imrak  behsa El Cizîrî jî kir û wiha got:

"Li herêmê El Cizîrî di sedsala xwe de yek ji zanyarên herî girîng bû.

Bi taybetî bi zanista xwe nîşan daye ku çawa av bi awayekî baş û çalak bê bikaranîn.

Bi wan berhemên xwe jî bandoreke mezin li şoreşa çandiniyê kiriye."

Îsmaîl bîn Rezzaz el Cizîrî el Kurdî ku yekemîn robot çêkiriye sala 1153yan li Cizîra Botanê hatiye dinyayê û di qada zanista sîbernetîkê de wekî hosteyê herî mezin tê qebûlkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst