Ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê hişyarî hat dayîn

19-11-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Hişyarî Barîna Baranê Barîna Berfê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku dê li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê barana gur bibare û Erzirom û Colemêrgê jî dê berf bibare.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro ji bo bajarên Semsûr, Çewlig, Bêdlîs, Amed, Xarpêt, Erzingan, Erzirom, Dîlok, Colemêrg, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Dêrsim, Riha, Êlih, Şirnex û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê di asta “zer” û “pirteqalî” de hişyariya barana gur da.

Herwiha li Erzirom û Colemêrgê li gel barana gur dê berf jî bibare.

Bi heman awayî ji bo bajarên Artvîn, Aydin, Balikesîr, Bîlecîk, Bolû, Bûrsa, Çanakkale, Çankiri, Edîrne, Gîresûn, Gumuşhane, Hatay, Stanbel, Îzmîr, Qeyserî, Kirklarelî, Kocaelî, Manîsa, Mûgla, Ordû, Rîze, Sakarya, Tekîrdag, Trabzon, Zongûldak, Baybûrt, Bartin, Yalova, Karabuk, Osmaniye, Duzce yên Tirkiyeyê jî di asta “zer” û “pirteqalî” de hişyariya barana gur hat dayîn.

Li Bakurê Kurdistanê hêza ba jî di navbera 50-80 kîlometreyî de dibe.

Saziya Keşnasiyê hişyarî da welatiyan û xwest ku ji bo egera lehî, pirsgirêkên trafîkê, firîna banê xaniyan û jehrîbûna ji ber sobe û kulekan baldar bin û tedbîrên pêwîst wergirin.

Ji îro pê ve li Bakurê Kurdistanê pileya germê di navbera 5-10 pileyan de dadikeve.

Herwiha li bajarên wekî Colemêrg û Erziromê germahî bi şevan dadike heta bin sifrê 11 pileyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst