Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê TEV-DEMê Xerîb Heso ragihand ku divê “navçeya aram” di bin kontrola Netewên Yekbûyî de be û ji aliyê hêzên aştîxwaz ên navdewletî bê parastin.
Şanda Tirkiyê ji bo gutûbêjkirina navçeya aram li Waşintonê ye û civînên wan ligel berpirsên Amerîkî berdewam e.
Heta niha hurgirliyên civînên li Waşintonê nehatine eşkerekirin, Tirkiyê dixwaze navçeya aram di bin kontrola wê de be û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina (YPG) ji sînor dûrkevin.
Hevserokê TEV-DEMê Xerîb Heso ji Rûdawê re ragihand, ku Tirkiyê hêzên xwe bi berdewamî li ser sînor kom dike û ev jî gefê li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê çêdike.
Xerîb Heso herwiha ragihand ku divê navçeya aram di bin kontrola Netewên Yekbûyî de be û hêzên aştîxwaz ên navdewletî jî li ser sînor bêne bi cîkirin.
Heso got: “Sînorê me yê Rojava bi Bakur û Tirkiyê re bi sedan kilometer heye. Zehmet e, li ser heremeke bi sedan kilometer heremeke tampon bê avakirin. Zemetiyên wê yên aborî dê hebin, kî dê bigire ser xwe? Bi hêzên herêmî sînor bêne parastin baştir e, lê eger nebe jî Neteyên Yekbûyî dikare bike. Dixwazin bi herêma tampon îradeya me binpê bikin. Sewqiyata leşkerî bo ser sînorê me berdewam e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse