Pasevanên ku êrîşî Sînan Aygul kiribûn hatin desteserkirin

18-06-2023
Zozan Çetîn
Nîşan Sînan Aygul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pasevanê Şaredarê Tetwanê û polîsekî ku doh 17ê Gulanê êrîşî rojnamevan û Serokê Komeleya Rojnamevanên Bedlîsê Sinan Aygul kiribûn, hatin desteserkirin.

Li navçeya Tetwanê ya ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê doh 17ê Hezîranê di demjimêr 15:30an de dema Sînan Aygul ji navenda pizîşkê diranan derdiket rastî êrîşa pasavanên Şaredarê Tetwanê Mehmet Emîn Geylanî hatibû.

Di vîdeoya ku derbarê kêliyên lêdana Aygul de hatiye belavkirin, tê dîtin ku dema Aygul dimeşe û kesek bi bez tê ji paşve nêzîkî wî dibe û dest bi lêdana wî dike.

Dema êrîş berdewam dike kesekî li wê derê hewl dide Aygul rizgar bike lê kesekî ku demançe pê re heye, wî kesê ku dixwaze Aygul biparêze bi tundî ji wê derê dûr dixe.

Parêzgariya Bedlîsê ragihandiye ku di encama lêpirsîna piştî bûyerê de pasevanê bi navê Yucel Baysali û polîsê bi navê Engin Kaplan ku êrîşî Aygul kiribûn hatine desteserkirin, lêpirsîna kesên ku Aygul derbarê wan de gilî tomar kiriye jî li Navenda Ewlekariyê berdewam e.

Li aliyê din baroyên Mûş, Amed, Wan û Rihayê jî di nav de 15 baroyan êrîşa li dijî Sînan Aygul bi daxuyaniyeke hevbeş şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de êrîş weke "nayê qebûlkirin" hat binavkirin û hat gotin, “Ev êrîş li dijî mafê wergirtina agahiyê ya gel û azadiya çapemeniyê hatiye kirin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst