Kurdên Kakeyî daxwaza vegera Hêza Pêşmerge dikin

18-06-2020
RÛDAW
Kurdên Kakeyî û Yarsanî li parêzgeha Helebcê û Silêmaniyê di kongreyeke rojnamevanî de beyannameyek aşkere kirin
Kurdên Kakeyî û Yarsanî li parêzgeha Helebcê û Silêmaniyê di kongreyeke rojnamevanî de beyannameyek aşkere kirin
Nîşan Kurdên Kakeyî Pêşmerge Xaneqîn Iraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurdên Kakeyî dibêjin ku pilanek heye bo veguhestin û jenosîdkirina Kakeiyan û daxwazê ji berpirsên Iraq, Herêma Kurdistan û welatên cîhanê dikin rê li ber wî karî bigirin û eger wisa nekin wê navçe rastî metirsiya komkujiyê bibe.  Herwiha Kurdên Kakeyî daxwaz dikin ku hêza Pêşmerge vegere wan navçeyên ku metirsiya terorê li ser heye.

Kurdên Kakeyî û Yarsanî li parêzgeha Helebcê û Silêmaniyê di kongreyeke rojnamevanî de beyannameyek aşkere kirin û behsa êrişên terorî yên li ser hebûna wan kirin.

Kurdên Kakeyî dibêjin piştî rizgarkirina beşek ji navçeyan, jiyana Kakeyiyan û vegera bo ser jiyana xwe, maweyeke, “Çendîn êrişên terorîstî bo ser Kakeyiyan” li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê tên encamdan ku bûne şehîdbûn û birîndarbûna çendîn hemwelatiyên Kakeyî û şewitandina kiştûkal û wêrankirina mezargeh û cihên pîroz.

Kurdên Kakeyî di beyannameyê de daxwaza vegera Hêza Pêşmerge dikin bo wan navçeyên metirsiya terorî li ser e, taybetî navçeyên Kakeyiyan.

Herwiha Kurdên Kakeyî di wê beyannameyê de 3 daxwaza arasteyî hikûmeta federalî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê kirin ku ew jî;

-Herdu hikûmetên Iraqa federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mekanîzmayeke guncaw û kara li gel sirûştê navçeyê hêzên serbazî bişînin navçeyêbo nehiştina valahiya emnî û parastina xelkê wê navçeyê.

-Em dawakar in, Lîjneya Nilind a Hevbeş a Wezareta Berevaniyê ya Iraqê û Wezareta Pêşmerge li wê navêeyê bê aktîvkirin û Hêza Pêşmerge vegere wan navçeyên metirsiya terorê li ser heye, bi taybetî navçeyên Kakeyînişîn.

-Em dawakar in ji nûnerên wan welatên Hevpeymaniya Dije Teror û welatên piştevan li mafên mirov û demokrasiyê, rola wan di parastina Kakeyiyan de hebe, ji ber ku hest bi planekî ji bo jinavbirina Kurdên Kakeyî tê kirinku niha li navçeyê li ser ax, mal û cihên xwe yên pîroz in.

Şeva 14.06.2020 3 çekdarên nenaskirî êrişî gundê Dara kirin li Xaneqînê û di wê êrişê de 7 hemwelatiyên Kakeyî canê xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn ku hemû kesûkarên hev bûn. Ji hêzên emnî jî efserek û polîsek hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Kesûkarekî yek ji qurbaniyên wê êrişê bi navê Faris Kakeyî, ji Rûdawê re ragihandibû ku tu hêzek nîne wan biparêze.

Li gor zanyariyên Rûdawê, piştî bûyerên 16ê Cotmehê zêdetir ji 27 gundên Kurdan li Xaneqînê hatine valakirin. Cîmûr Rostem, fermandarekî Pêşmerge, amaje bi wê kiribû, ew êrişên tên kirin %100 bo jinavbirina Kurdan e li sînorê Xaneqîn û Celawlayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst