Li Rojavayê Kurdistanê ji bo karê kompaniyên pevguhertina pereyan biryarek nû derket

18-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokatiya Ofîsên Diravan biryareke nû derxistiye û dibêje ku armanc ji vê biryarê rêkxistina moletên kar ên kompanî û ofîsên pere û pevguhertina pereyan e li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Li gor biryarê, pêwîst e ofîsên kompaniyên pevguhertina pereyan moletên xwe yên kevin di dema 15 rojan de radest bikin û dets bi moletên nû li gor yasayên nû bikin.

Herwiha pêwîst e kompaniyên pevguhertina pereyan sermayeyeke bi qasî yek milyon dolarî bidin Sindoqa Diravan ku di dema sê mehan de li wan tê vegerandin, herwiha ofîsên pevguhertina pereyan jî 150 hezar dolarî didin.

Li gor heman biryarê, pêwîste kompaniyên pere û diravan, 150 hezar dolarî weke garantiya darayî bidin, ofîsên pevguhertina pereyan jî 15 hezar dolarî.

Salane pêwîste xwediyê kompanî û ofîsên pevguhertina pereyan girêbestên xwe nû bikin û baca salane jî li ser kompanî û ofîsên sereke û şaxên wan hatiye ferzkirin.

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst