Plana ji bo xwendekarên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê hat aşkerekirin

18-05-2023
RÛDAW
Xwendekarên penaberên Rojavayê Kurdistanê li dibistana Kampa Kewirgosk a li Hewlêrê.
Xwendekarên penaberên Rojavayê Kurdistanê li dibistana Kampa Kewirgosk a li Hewlêrê.
Nîşan Xwendekarên Rojava Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo çarenivîsa xwendina xwendekarên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê, Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê plana wezaretê aşkere kir.

Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd roja Çarşemê 17ê Gulana 2023an di bersiva pirsek nûçegihana Rûdawê Helebce Sadûn de li ser plana wezaretê bo xwendkarên penaberên Rojavayê Kurdistanê got, weke berdewamiya plana wan a sala xwendinê ya bihorî bo tevîlkirina xwendekarên Rojavayê Kurdistanê di nav sîstem û rêbazên xwendinê yên Herêma Kurdistanê de planeke wan a nû heye ku pola 1 heta 5 seratyî li xwe digre.

Alan Heme Seîd diyar kir, ew dê roja 4ê meha 7 a îsal (4ê Tîrmehê) bi wan ajansan re rûnin ewên ku piştgiriya penbaran dikin û alîkariyan ji wan re dabîn dikin û tekez kir, di wê civînê de dê biryar li ser çawaniya cîbcîkirina plana Wezareta Perwerdeyê ya bo xwendekarên Rojavayê Kurdistanê bê dayîn.

Sala par bi biryara Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li dibistanên kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê, rêbaza xwendina Kurdî ya li Herêma Kurdistanê hat pesendkirin.

Li gor vê biryarê, xwendekarên Rojavayê Kurdistanê yên polên 1 heta 4 êdî heman rêbazên xwendinê yên Herêma Kurdistanê xwendin û bo sala nû ya xwendinê dê pola 5 jî têkeve nav wê sîstemê.

Ajansên navdewletî alîkariyên xwe yên bo kampên penaberan ên li Herêma Kurdistanê qut kirine û wê yekê rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê û xwendekarên li wan kampan gelekî zehmet kiriye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye, ji ber rewşa xirab a darayî û herwiha nebûna mamosteyan, ew nikarin rêbaza xwendina taybet bi dibistanên kampan bimeşînin, lewra xwendin li wan dibistanan dê li gor rêbaza xwendinê ya dibsitanên Herêma Kurdistanê be.

Pêştir xwendin li dibistanên kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê, li gor rêbaza xwendinê ya Hikûmeta Demkî ya Opozisyona Sûriyê bû û bi Erebî bû, ku bi alîkariyên ajansên ser bi Netewên Yekbûyî û ajansên din ên navdewletî dihat cîbicîkirin.

Rûdawê pêştir çendîn raport derbarê pirsgirêka xwendina wan xwendekarên Rojavayê Kurdistanê de belav kirine.

Raporteke berê ya hevkara me Helebce Sadûn ya li ser heman mijarê:

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst