Sine; Cudabûna hevjînan %17 zêde bûye

18-04-2022
RÛDAW
Nîşan Sine Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Tomara Rewşa Kesêtî ya Parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ragihandiye ku di sala derbasbûyî de cudabûna hevjînan li wê parêzgehê nêzîkî ji sedî 17 zêde bûye.

Rêveberê Tomara Rewşa Kesêtî ya Sine Elî Cewkar dibêje: “Sala borî 4 hezar û 981 rewşên cûdabûnê hatine tomarkirin, ku li gor sala berî wê %16.7 zêdetir bûye.”

Li gor Elî Cewkar, tenê 704 cudabûn di navbera hevjînên niştecihên gundan de çêbûne û hemû cudabûnên din di nav niştecihên bajaran de bûne.

Civaknas di wê baweriyê de ne ku diyardeyên wek bêkarî, girêdana bi maddeyên hişber, nebûna çavkaniya dahatê, hewldana zêdetir a jinan bo mafê zêdetir di nav malbat û civakê de, nizimbûna asta ji hev famkirinê û qebûlnekirina aliyê beramber sedemên serekî yên cudabûna hevjinan in.

Hevdem ligel bilindbûna rêjeya cudabûnan, rêjeya pêkanîna jiyana hevjîniyê (zewac) jî li parêzgeha Sine nêzîkî ji sedî yek daketiye. Sala derbasbûyî 14 hezar û 88 rewşên hevjîniyê hatine tomarkirin.

Li gor rapora Tomara Rewşa Kesêtî ya Sine, temenê navendî yê cudabûna di nav mêran de 35 sal û di nav jinan de jî 31 salî bûye, ku ev ji asta navendî ya Îranê bilindtir e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst