Li Mereşê erdhejeke nû ya bi hêza 4.6 pile çêbû

18-03-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ku navenda erdheja bi hêza 7.7 pile bû û li 10 bajaran bû sedema wêrankariyeke mezin, paşlerze berdewam in. Îro Şemiyê 18ê Adara 2023an demjimêr 08:14 deqe li navçeya Goksunê bi hêza 4.6 pile erdhejeke din çêbû.

Piştî erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê paşlerze û erdhejên nû berdewam in. Li gor Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), îro Şemiyê demjimêr 08:14 deqe li navçeya Goksunê ya Mereşê erdhejek bi hêza 4.6 pile çêbûye û kûrahiya wê 7.05 kîlometre bin erdê bûye.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) herwiha ragihand ku piştî herdû erdhejên bihêz ên 6ê Sibata 2023an û heta niha zêdeyî 17 hezar paşlerze çêbûne ku 10 paşlerze bi hêza 6 pile û 51 ji wan jî bi hêza 5 pile bûne.

Roja 6ê Sibata 2023an demjimêr 04:17 deqe du erdhej bi hêzên 7.7 û 7.6 pile li Mereşa Bakurê Kurdistanê çêbûn û 11 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin. Li gor amarên fermî, di wan erdhejan de heta niha zêdeyî 48 hezar û 448 kesan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê canê xwe ji dest dane û zêdeyî 115 hezar kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst