Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartina Serokkomarê Iraqê careke din dibe rawestgeha eşkerekirina asta nêzîkbûna aliyên siyasî bo hevdû û qebareya hevpeymaniya wan.
Piştî ku Encûmena Nûneran a Iraqê, 26ê vê mehê bo hilbijartina serokkomar diyarkir, Hevserokê Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî ragihand, hêj jî ne dereng e û em dikarin nakokiyan bi dawîû bînin û bi hevre ji bo posta serokkomar yek berbijêr pêşkêş bikin.
Lê Firaksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê nêrîneke din heye.
Seroka Firaksiyona PDKê li Iraqê Viyan Sebrî dibêje “Berbijêrê me birêz Rêber Ehmed e û her ew e.”
Hevdem berdevka Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê Sozan Mensûr li Parlamentoya Iraqê, ji Rûdawê re ragihand, “Ti tiştek derbarê guherîna birbijêrê YNKê bo postê Serokkomar nehatiye holê; heta niha jî Çarçoveya Hevahengiya Şî`e negotiye ku deng dide kîjan berbijêr, ji ber ku bo Çarçoveyê baş e em Kurd di navbera xwe de li hev bikin.”
Tevî ku 40 kesan xwe bo posta Serokkomarê Iraqê kiriye berbijêr, lê berbijêrê PDKê Rêber Ehmed û berbijêrê YNKê Berhem Salih berbijêrên herî diyar in û şansê wan ê serkeftinê bêhtir e.
Rêveberê Navenda Iraqî Bo Lêkolînên Stratejîk Xazî Feysel got "Di berjewendiya ti aliyekê de nîne ku proseya siyasî û hilbijartina serokkomar û serokwezîr asteng bike”
Ev di demekê de Çarçoveya Hevahengiyê, ku ji Hevpeymaniya Dewlet a Yasayê, Hevpeymaniya Fetih û çend aliyên din pêkhatiye, Weke Endamê Hevpeymaniya Derwlet a Yasayê Heyder Ellamî, ji Rûdawê re ragihad: Ji bo rêkeftina di navbera herdû aliyan de hêj jî bersiva mercên Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir nehatiye dayîn.”
Mercên herî diyar ji hilweşandina grûbên çekdar û radestkirina çekên wan bo dewletê, radestkirina dosyeya berpirsên bilind bo dadgehê, ku di sala 2003ê tevlî gendeliyê bûne û nehiştina destwerdanên derekî, pêk tên
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse