Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder li ser lênivîska bibîranînê ya Mam Celal peyamên bihest nivîsîn.
Endamên Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder û şandeya bi wan re îro li Silêmaniyê bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî re civiyan.
Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pişt re li ser lênivîska bibîranînê ya Mam Celal peyam nivîsîn.
Şandeya DEM Partiyê diyar kir ew dê li mîrata Mam Celal xwedî derkevin û tekez kir ku ew bi têkoşîna azadiyê û aştiyê ya gelê Kurd ve girêdayî ne.
Pervîn Buldanê di peyama xwe de bal kişand ser daxwaza Mam Celal a ji bo azadiya gelê Kurd û aştiyê û ev tişt nivîsin:
"Bidestxistina azadî û aştiya ku Mam Celal dixwest, xwedîderketina li bîranîna wî ye.
Em soz didin ku ev dê demeke kurt pêk were. Em serbilind in ku dilsoziya birêz Ocalan a ji bo Mam Celal Celal û hezkirina wî radigihînin.
Bi rêz û spasdarî bi bîr tînim."
"Em dê li vê sozê xwedî derkevin"
Sirri Sureyya Onder jî bal kişand ser girîngiya aştî û yekîtiyê ya ku Mam Celal dixwest û ev tişt nivîsîn:
"Demme cara dawî Mam Celal dît, wî got ku xwesteka wî tenê aştî û yekîtî ye.
Em xwe wekî xwendekar û birayên wî dihesibînin. Em ji bo vê xwesteka wî ya dawî li vir in. Em dê li vê sozê xwedî derkevin.
Bi rêz û hurmet."
#VÎDEO - Endamên Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder li ser lênivîska bibîranînê ya Mam Celal peyamên xwe nivîsîn pic.twitter.com/6bTPforkoK
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 18, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse