Şandeya Îmraliyê li ser hevdîtina bi Ocalan re daxuyaniyeke nû belav kir

30-12-2024
RÛDAW
Nîşan Pervîn Buldan DEM Partî Abdullah Ocalan Sirri Sureyya Onder
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya DEM Partiyê ya ji bo hevdîtinê çûbû Îmraliyê ragihand ku ji ber hestyariya pêvajoyê ew agahiyan nadin çapemeniyê lê ev nayê wê wateyê ku tiştekî vedişêrin.

Ofîsa Ragihandinê ya DEM Partiyê bi daxuyaniyekê peyama şanda hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku li gor proseyên berê zêdetir hêvî heye û ji bo rêzgirtina proseyê niha na lê di sala nû de dê daxuyaniyê bidin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji ber hestiyariya pêvajoyê, heta ku bigihe asteke serketî em dê agahiyan nedin çapemeniyê.

Ev biryar nayê wateya veşartina tiştan; berevajiya wê, ev yek ji bo rêzgirtina hevdîtinan e ku em dê pêk bînin.

Lê eger pêwîst be em hevokekê bibêjin, em dikarin bibêjin li gorî pêvajoyên berê em zêdetir bi hêvî ne. Wekî şand di sala nû de em dê daxuyaniyeke berfireh bidin.”

Piştî hevdîtina Îmraliyê şandeya DEM Partiyê 29ê Kanûna Pêşîn a 2024ê daxuyaniyek dabû lê derbarê hevdîtinê de hûrgilî nehatibûn belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst