Li Amedê ji ber tirsa erdhejê rojane bi dehan mal tên barkirin

18-02-2023
Abdulselam Akinci
Li Amedê ji ber tirsa erdhejê rojane bi dehan mal têne barkirin
Li Amedê ji ber tirsa erdhejê rojane bi dehan mal têne barkirin
Nîşan Erdheja Mereşê Amed Erhej
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Hem ji ber tirsa erdhejê hem jî ji ber avahiyên xisar dîtî li Amedê rojane bi dehan mal tên barkirin.

Li Amedê rojane bi dehan mal tên barkirin. Beşek jin wan eşyayên dibin datînin depoyan, beşek ji wan dibin gund û navçeyên xwe, beşek ji wan jî xaniyên nû kirê dikin û diçin. Li alîkî tîmên pispor li avahiyan tespîta xisarê dikin li alîyek jî xelk dixwazin ji avahîyên xisar dîtî eşyayên xwe xilas bikin.

Polîs li ber avahiyên giran xisar dîtine di nobedariyê de ne û ji xelkê re dibêjin nekevin avahiyan metirsiya rûxandina wan heye, lê xelk mirinê didin ber çevên xwe dikevin avahiyên xisar dîtine û dixwazin eşyayên xwe xilas bikin. Ew bêçare ne û naxwazin eşyayên wan di wan avahîyan de bimînin. Bi taybet li navçeya Rezan bi sedan avahî xisara giran dîtine û ew hatine valakirin.

Bi taybet li her cede û kûçeyek navçeya Rezan ku di erdhêja ewil de pênc avahî lê rûxyabûn û bi sedan kesan canê xwe jidest dabûn ji nêçarîyê rûniştvanên navçe ketine derdê xilaskirina kel û pelên xwe yên nav malê.

Mexdûrê erdhejê dibêje: “Yek apê min bû, yek jin a apê min bû, pênc zarên wan bûn em jî li nav enqazê şixulîn me cend roj ewil qedand, sê roj bûn tezîya me hebû doh şîna wan qedîya me doh jî mewlûda wan da. Em îro jî hatine mala birazêyên me jî li vir e mala me jî li vir e. Ji ber ku avahî ne saxlem in, em tiştin xwe dibin.”

Mexdûrek din jî dibêje: “Li vir jî cîranên me bûn, 38 mal bûn ketin bin kavil hemû di bin kavil de çûn. Em jî ketine derdê xwe û canê xwe û ewê xwe.”

Mexdûrê Erdhejê: “Ji xwe mirî çûne xwedê rehma xwe li wan bike. Xwedê şifa xwe ji wan re bişîne. Xwedê li me jî were rihmê. Li ometa Mihemed Mistefa ka em çawa bikin birê min.”

Li Amedê hêj ji sedî 40ê avahîyan hatine kontrolkirin û gorî lêkolînên destpêkê bi sedan avahîyan  xisar dîtine ku êdî rûniştina li wan avahiyan ne pêkan e ew avahî yê werin hilweşandin, ê welatî mirina xwe didin berçevan û dikevin xanîyan ku eşyayên xwe barbikin.

Mexdûrê Erdhejê: “Ka em çi bikin, em bîst salan xebitîn me hemaltî kir aha em bûn xwedîyê çend eşya, ku îro tu herî çend eşya bistînî kêmî 20 milyaran tu nastînî.”

Mexdûre din dibêje: “Min cilê sebîyê xwe jî dernexist. Ez tezî derketim, ez dergevan im. Ez mexdûr bûm, ez perîşanbûm.”

Welatiyek din got: “Nahêlin em eşyayê xwe derxin.”

Bi giştî kontrolkirina avahîyên bajêr ê bi rojan dewam bike heta encamek teqes diyar e ku navçeya Rezan dê vala bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst