Karsazê Kurd: Li Wanê dikanên sedsalî tên girtin

18-01-2024
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Wan Aborî Dikandar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Karsazê Kurd Şemsettîn Bozkurt derbarê rewşa aborî ya li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê got, “Rewşa pîşesaz, bazirgan û dikandaran gelekî ne baş e.”

Karsazê Kurd Şemsettîn Bozkurt li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê rewşa aborî ya Wanê peyamek belav kir.

"Ji tabloyên xweşik ên siyasetvanan bawer nekin"

Şemsettîn Bozkurt di peyama xwe de bal kişand ser rewşa rewşa dikandaran Wanê:

“Li Wanê dikandarên me yek bi yek dikanên xwe digirin. Ji tabloyên xweşik ên siyasetvanan bawer nekin. Rewş gelekî cûda ye.

Îro dikandarên me yên sedsalî Şeref Şahin ji neçarî dikana xwe girt. Hemû xelkê Wanê wî nas dike.

Nêzîkî sed salî ye li vê derê markaya xwarinên herîmî yên malê bû.

Şeref Şahîn ji ber xerciyan, kirê û enflasyonê ji neçarî deriyê dikana xwe girt. Beriya demeke kurt Hoste Eli yê ku qedeyîf çêdikir jî bi heman sedeman dikana xwe girtibû.”

Karsazê Kurd Şemsettîn Bozkurt 5ê Kanûna Peşîna 2023yan li ser navê DEM Partiyê ji bo hevseroktiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bûbû bernamzed lê nehat hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst