Li Amed û Mêrdînê pevçûn: 11 kes birîndar bûn

18-01-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Mêrdîn Pevçûna Malbatan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artukluyê ya Mêrdînê 2 malbat bi dar û keviran bi hev ketin û 9 kes birîndar bûn.

Li Amedê jî di pevçûneke bi çekan a di navbera 2 kesan de, 2 kesên din ên ku pêwendiya wan bi bûyerê re nebû bûn armanca guleyan û birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan li taxa Kuyularê ya navçeya Artukluyê ya Mêrdînê, ji ber sedemeke nediyar di navbera  2 malbatan de nîqaş derket.

Piştî nîqaşê endamên her du malbatan bi dar û keviran pev çûn.

Di pevçûnê de ji her du malbatan 9 welatiyên bi navên Abdullah, Abdulhalît, Suat, Vefa, Kenan û  Zerga Acar û Ahmet, Abdulilah û Behiye Çalişkan birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar birin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku tîmên cendermeyan derbarê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin.

Li aliyê din li navçeya Rezanê ya Amedê piştî nîqaşa di navbera 2 kesan de şer derket.

Di wê pevçûnê de jî çek hatin bikaranîn û 2 welatiyên ku di dema şer de bi otomobîla xwe ji wê derê  derbas dibûn bûn armanca guleyan û birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîm çûn cihê bûyerê û birîndar birin nexweşxaneyê.

Kesên ku gule reşandine ji cihê bûyerê reviyan û tîman ji bo destrserkirina wan xebat dan destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst