Leonardo DiCaprio ‘Sazanê Leopar’ parve kir: Siyasetmedarekî ew vexwend Êlihê

18-01-2024
RÛDAW
Nîşan Lenonardo DiCaprio Sazanê Leopar Mehmet Emîn Ekmen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî parvekirina Lenonardo DiCaprio ya li ser masiyê “Sazanê Leopar” ku di Çemê Dîcleyê de hatibû dîtin, Cîgirê Serokê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen DiCaprio vexwend Êlihê.

Cîgirê Serokê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen doh li ser hesabê xwe yê tora civakî parvekirina Instagramê ya Leonardo DiCaprio parve kir û peyamek belav kir.

Cîgirê Serokê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen di peyama xwe de got:

“Wek endamekî Parlamentoya Tirkiyeyê ez gelekî dixwazim hûn werin Tirkiyeyê. Nizanim we qet Batman bihîstiye yan na?

Ne tenê ji bo qehremanekî, ev der warê min e û mazûvaniya du cor masiyên ku pir kêm tên dîtin dike. Tu çi dibêjî, eger bixwazî were li cihê wê bibîne. Tu çi dibêjî, were Mezopotamyaya axa Adem û Brahîm.”

Li cîhanê ji ber corê masiyê “Sazanê Leopar” nehatibû dîtin, xistibûn lîsteya sor lê di encama lêkolînên akademîsyenên Zanîngeha Recep Tayyîp Erdogan de careke din di Çemê Dîcleyê de hat dîtin.

Dirêjahiya masî 50 santîmetre ye û giraniya wî 2 kîlo ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst