Mehmet Emîn Ekmen: Heke HEDEP bi AK Partiyê re hevdîtinê neke, xeletiyê dike

07-12-2023
Abdulselam Akinci
Mehmet Emîn Ekmen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mehmet Emîn Ekmen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Mehmet Emîn Ekmen AK Partî Herêma Kurdistanê HEDEP
A+ A-

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Devayê Mehmet Emîn Ekmen got, “Heke HEDEP bi AK Partiyê re hevdîtinê neke, xeletiyê dike. Bêyî ku hûn hevdîtinê bi hêza ku welat birêve dibe re bikin, hûn çawa dikarin şaşiyên welêt rast bikin? Di siyasetê de hevdîtin, gotûbêj û diyalog bingeh in. Ger HEDEP bi AK Partiyê re necive, xeletiyê dike.”

Mehmet Emîn Ekmen da zanîn ku “protokola Kemal Kiliçdaroglu û Umît Ozdag nayê qebûlkirin” û haya wan ji vê protokolê nebû.

Ekmen nêrînên xwe yên li ser pêvajoya çareseriyê bi vî awayî anîn zimên:

“Pêvajoya çareseriyê yek ji mezintirîn derfetên ji destçûyî yên vî welatî bû. Bila serê pêşîn silavê li hev bikin, paşê bila gotûbêjê bikin. Bila silavê li hev bikin û têkiliyên wan asayî bibin.”

Mehmet Emîn Ekmen li ser pêwendiyên AK Partî û Herêma Kurdistanê got, “Pêwendiya AK Partiyê ya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re nakok e.

Helwesta tund a Tirkiyeyê ya li hemberî referandûmê ne rast bû. Li gorî destûra Îraqê, ew mijareke navxweyî ya Îraqê ye. Eger Kurdên Îraqê bigihin xala serxwebûnê, Komara Tirkiyeyê azad e ku wê nas bike yan na lê bikaranîna zimanê terorkirin, şeytankirin û gefxwarinê ne rast e.”

Hevpeyvîna Tora Medyayî ya Rûdawê ya bi Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşketinê (Deva) Mehmet Emîn Ekmen re bi vî awayî ye:

Rûdaw: Em dê di hevpeyvîna xwe de behsa rojeva germ bikin û em ê ronahiyê jî bidin ser nêrîn û pêngavên Partiya Devayê li ser hilbijartinên şaredariyan. Roj baş ezbenî.

Mehmet Emîn Ekmen: Roj baş, li ser çavan.

Rûdaw: Hûn çawa ne, baş in?

Mehmet Emîn Ekmen: Li Batmanê me, şikir ez baş im.

Rûdaw: Rojnameger digerin û çavdêriya xelkê dikin, dibêjin rewşa xelkê ne baş e, loma ez dipirsim. Gelo rewşa parlamenteran çawa ye?

Mehmet Emîn Ekmen: Rewşa me jî wekî rewşa xelkê ye. Xelk çawa bin, parlamenter jî di heman rewşê de ne.

Rûdaw: Xelk dibêje "Em nikarin debara jiyana xwe peyda bikin." Gelo ev pirsgirêka we jî heye?

Mehmet Emîn Ekmen: Eger parlementer bi êş û jana xelkê nehise û ji nêz ve hay ji pirsgirêkên wan nebe, wê demê erka xwe bi şiklê pêwîst pêk neaniye. Çi pirsgirêka aborî be yan jî azadî û civakî be.

Pirsgirêka xelkê çi ye, divê rojeva parlamenteran jî heman tişt be. Îro ku Tirkiye di rewşeke aborî ya berteng de ye, her ku diçe hejarî du qatan zêdetir û berfirehtir dibe, tew kesên ku mûçeyên wan ên cihgirtî jî hene, nikarin xwe bi rê ve bibin. Wiha dixuye ku enflasyon bi kêmanî dê saleke din jî di bilindbûnê de berdewam bike. Ev encama siyaseta kêmkirina sûdê bû ku li cîhanê bêmînak bû û dibe ku bandora wê ya xerab heta çend salan jî bidome.

Rûdaw: Bi rastî ez dixwazim vê bipirsim, hinek parlamenter dibêjin ku rewşa wan a darayî xerab e.

Mehmet Emîn Ekmen: Bila em neçin ser wê mijarê. Çima? Çimkî siyaset li Tirkiyeyê karekî dijwar e. Bo nimûne, îro serdana parlamenterekî ji bo navçeya kampanyayê, mesrefa wê herî kêm 8 heta 10 hezar lîre ye.

Bilêtên balafirê, rûniştin, veguhestin û bi gelemperî xerciyên mayîna wî û rêwiyên bi wî re di serdanê de lê ji ber ku meaşên parlementeran ji mûçeyên asayî zêdetir in, hertim gava parlementerek dibêje "Ez îdare nakim" herdem bi çewtî jê têdigihin û ev dê ne rast be jî.

Parlamenter jî vê yekê bi xeletî bi kar tînin. A rast, di malbatên ku têkiliyên wan ên civakî yên rêza yekem xurt in, siyaset ji hêla madî ve giran e çimkî tu nikarî tenê bi rêya torên civakî û derketina ser ekranekê siyasetê bikî.

Li şûnê, divê tu herî meydanê. Amadebûna li meydanê ango bilêtên balafirê, kirêkirina otomobîlan an peydakirina sotemeniyê. Dema ku diçin dawetan, divê tu diyariyan bibî yan jî ku tu diçî nik kesên lêqewimî, divê tu piştevaniyê bidî wan. Ev kar jî bi meaşê parlementeriyê nayên kirin. Bi vî rengî ye lê heke parlementerek bibêje "Ez îdare nakim" ew bêrêziyê li xelkê dike.

Rûdaw: We hilbijartineke pir dijwar derbas kir. Hilbijartina serokkomariyê û hilbijartina parlementoyê ku di 14 û 28ê Gulanê de hatin kirin. Ji ber ku hilbijartina serokkomariyê çû gera duyemîn. Pêşbaziya hevalbendan bû. Hûn ketin lîsta CHPyê û we 15 parlementer bi dest xistin. Berî hilbijartinê gelek gengeşe derketin holê. Ya herî balkêş protokola Serokê CHP Kiliçdaroglu bi Partiya Zaferê re bû. Ev mijar bû rojeva xelkê jî. Hûn wekî Devayê çawa li vê mijarê dinêrin?

Mehmet Emîn Ekmen: Pirsa te gelek tiştan li xwe digire. Bila ez li jêr sê sernavan bersivê bidim.

Yekem: Me wekî Partiya Devayê, di demekê de ku siyaseta dubendî û ducemseriyê di heyama 10 salên borî de pir bilind bû jî lê me kombûna çend partiyên siyasî yên cihêreng di hevpeymaniyekê de giring dît.Şikestina di hilbijartinê de û hizira HEDEPê ya neragihandina berbijêr û hevkarîkirina hevpeymaniyê, nabin sedem ku were gotin ew hizir çewt e. Hizir rast bû lê ev mijareke cuda ye ku gelek xeletî di vê pêvajoyê de hatin kirin û me nikarîbû peyamên xwe bi awayekî baş ragihînin. Herwisa aliyê dijber hêzeke herî zêde bi kar anî û vîdyoyên sexte belav kirin. Ev mijareke cuda ye. Heke na, îro be jî divê em piştevaniyê bidin kombûna aliyên cuda li dora maseyekê. Ger ramanek neçûbe serî, nayê wê wateyê ku ew raman çewt e.

Duyem: Heke em di wê hilbijartinê de bi ser biketa, ma dê ji wiha xerabtir bibûya? Bêguman na. Ez vê gotinê ji hevalên ku dibêjin baş bû em bi ser neketin re dibêjim. Ger me serketin bi dest bixista, bêguman dê hin tişt neqewimiyana.

Gotinek di zimanê Tirkî de heye dibêje "Tu tacê deynî ser kê, wê jîr bibe." Stafê ku bi ser dikeve, dê heman xeletiyan neke lê Tayyîp Erdogan û AKPyê hêzeke pir serdest bi rêya polîs, sîxurî, pere, leşker û medyaya dewletê ava kirin. Ger sê-çar mehan valahî biketa wê navê, dê siyasetê heta radeyekê hevsengiya xwe wergirta.

Bila em bibêjin ku em bi ser ketin, erê meseleya Umît Ozdag û ÎYÎ Partiyê hebû, di nav CHPyê de jî pirsgirêkek qewimî lê wî çaxî ji ber ku ew hêza desthilatê nedima ku bi rêya polîs, leşker, pere û medyaya dewletê çêkiribû. Loma wê hevsengiyek di siyasetê de çêbibûya.

Sêyem: Protokola ku bi Umît Ozdag re hat kirin, bêguman nayê qebûlkirin.

Rûdaw: Gelo haya wê ji vê mijarê hebû?

Mehmet Emîn Ekmen: Me di mijara civîna bi Sînan Ogan û Umît Ozdag re desthilata xwe da. Me derî ji Kek Kemal re vekir ku bi wan re bicive. Kek Kemal jî ji me re got ku wî hevdîtin bi wan re kiriye û gihiştine danûstandinê lê naveroka danûstandinê û mijara her sê wezîran berî ku belav bibin, ji me re nehatin şandin. Ev yek ji kolanê gihişte me.

Rûdaw: Ma asayî ye ku we ev yek nizanîbû?

Mehmet Emîn Ekmen: Bêguman na.

Rûdaw: We nerazîbûna xwe gihand wî?

Mehmet Emîn Ekmen: Niha ji ber ku siyaseta maseya şeşalî û stûpakiya Kek Kemal di kongreya partiyê de jî bû cihê rexneyan, me nexwest di gel van hemûyan em jî herin û rexne bikin. Ango tişta ku Kek Kemal hewl da di 10 salên dawîn de bike rast bû lê meseleya Umît Ozdag şaş bû.

Pêvajoya serokê giştî di kongreyê de xelet e lê em naxwazin bibin beşek ji cemawerê CHPyê ku pêvajoyeke 10-salî seba xeletiyekê ji bîr dike.

Rûdaw: Baş e, heke Hevpeymaniya Miletê serkeftin bi dest bixista û ew protokol bihata cîbicîkirin, gelo we dê çi bikira? We dê nerazîbûn nîşan bida?

Mehmet Emîn Ekmen: Di wê protokolê de, Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu hatiye nivîsandin. Nehatiye nivîsandin Hevpeymaniya Miletê. Li dewsê, protokol di navbera Kemal Kiliçdaroglu û Umit Ozdag de ye. Lewra jî ev yek di navbera Ozdag û Kiliçdaroglu de dibû pirsgirêkeke şexsî.

Hingê, pêşniyara 80-xalî ya destûra Tirkiyeyê ku îmzeya serokên şeş partiyên hevpeymaniyê li ser e, tevî 2300 xalên pêşniyarên siyasî diçûn warê cîbicîkirinê. Ango ew protokol nedihat bicihanîn lê bila ez vê jî bibêjim, gava ku Kek Umît ew protokol weşand, min nû xwend.

Du mijar hebûn. Ya yekem mijara welatînameyê bû. Jixwe di protokola maseya şeşalî de jî welatîname nebû. Ev vê qebûl dikin.

Duyem: Mijaya qeyûman hebû. Maseya şeşalî jî tekez kiribû ku heke qeyûm pêwîst bin, bila dadgeh biryarê bide. Di wê protokolê de jî dibêje dadgeh lê cudahiyek heye. Di protokola maseya şeşalî de dibêje dema ku dadgehê qeyûmek danî, bila encûmena şaredariyê kesekî deyne lê di protokola wan de dibêje bila qaymeqam û parêzgar werin danîn.

Ger ji qonaxa yekem ve danîna qeyûm ji hêla dadgehê ve bihata çavdêrîkirin, dê hejmareke zêde ya pirsgirêkan rasterast bi dawî bihatina. Çima? Ez qala mijarên ku wan dizanim dikim. Niha jî di dosyeyên Şaredarê Êlihê Mehmet Demîr û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizraklî de, ti belgeyek ji bo rakirina wan nîne. Tew Şaredarê Êlihê nehat girtin jî.

Dosyeyên Selçuk Mizraklî ew in ku berî kampanyayên hilbijartinan bûn ku di wir de jî têkildarî terorê bûn û tiştekî wisa nîne. Bêguman, ger çavdêriyeke dadgehê di vê mijarê de hebûya, tew di vê rewşa niha de jî dê gelek pirsgirêk kêm bibûna.

Rûdaw: Derbarê Selçuk Mizraklî û Şaredarê Êlihê Mehmet Demîr, doz li ser wan hatine vekirin da ku werin vegerandin?

Mehmet Emîn Ekmen: Şaredarê Erganiyê di wê dosyeyê de ku bi sedema wê bûbû qeyûm, bêsûc derket. Niha dosye li ser maseya wezîr e lê li karê xwe nayê vegerandin.

Rûdaw: Piştî hilbijartinan gelek rexne li Deva û çend partiyên din hatin kirin. Ew rexne li Devayê hat kirin û hat gotin, piştî ku Devayê 15 kursî birin, Elî Babacan bêdeng bû. Dibêjin di nav Devayê de bêdengî heye û ew partî wekî mixalefetê xuya nake. Hûn di vî warî de çi dibêjin?

Mehmet Emîn Ekmen: Ma welatî mixalefetbûnê ji kû werdigire? Ji medyayê. Îcar ew nedîtin nayê wê wateyê ku me tiştek nekiriye yan jî me tiştel negotiye. Li parlamentoyê, her hevalekî me her hefte 8-10 gotaran pêşkêş dike. Heta niha zêdetirî 100 konferansên rojnamegeriyê çêbûn lê ev bi medyayê nehatine dayîn, loma jî dibêjin gelo wan ji dil bêdengî hilbijartiye?

Rûdaw: Hilbijartinek li pêşiya me heye, hûn dê tevlî hevpeymaniyekê bibin an jî bi tenê biçin dengdanê?

Mehmet Emîn Ekmen: Partiya me ragihand ku dê li her parêzgehekê berbijêrê xwe hebe. Em dê roja yekşemê 45-50 berbijêran ragihînin lê li her parêzgeh an bajarokekî, ger pêşniyarên hevahengiyê ji bo me werin raberkirin, em red nakin û em dê lê guhdarî bikin. Heke em bibîbin ku ew hevahengî ji bo wî bajarî yan wî bajarokî guncav e, em ê ji bo wê bixebitin.

Rûdaw: Li cihên ku HEDEP bi hêz e, ti hevpeymaniyeke we ligel HEDEPê hebû? Yan jî pêkan e hevpeymaniyeke wisa were kirin?

Mehmet Emîn Ekmen: Na, na! Halê hazir, ti hevahengiyek bi her pênc partiyên hevpeymaniya şeşalî û HEDEPê re jî nîne.

Rûdaw: Tê gotin ku ne eşkere lê bi dizî, hevdîtin di navbera AKP û HEDEPê de hene. Hûn çi dibêjin?

Mehmet Emîn Ekmen: Partiyên siyasî hevdîtinan pêk tînin. Siyasetvan her tim dikarin hevdîtinan bikin. Bo mînak HEDEPiyek bi AK Partiyekî re dicive lê ev nayê wê wateyê ku di asteke bilind de jî hevdîtin pêk anîne. Mijara piştgiriya HEDEPê jî pêşî wisa bû ku HEDEPê bi wê ji sedî 10ê ku heye piştevaniya Kek Kemal kir lê paşê di mijara Umit Ozdag û her sê wezaretan de, dîsa rexne kirin û gotin ku me bi ji sedî 10 daxwaza tiştekî nekir, lê belê ew bi ji sedî 2yan daxwaza sê wezaretan dikin.

Bi baweriya min, ev biryara niha ya HEDEPê ku li hemî parêzgehan bi berbijêrên xwe beşdar bibe, fişarek e û ji hêla cemawerê ve hatiye kirin lê bila em vê jî bibêjin, AK Partiyê desthilata 5 salên din ji bo birêvebirina Tirkiyeyê wergirt. Heke HEDEP bi AK Partiyê re hevdîtinê neke, xeletiyê dike. Bêyî ku hûn hevdîtinê bi hêza ku welat birêve dibe re bikin, hûn çawa dikarin şaşiyên welêt rast bikin? Di siyasetê de hevdîtin, gotûbêj û diyalog bingeh in. Ger HEDEP bi AK Partiyê re necive, xeletiyê dike.

Rûdaw: Baş e, hevdîtin kirine?

Mehmet Emîn Ekmen: Erê, çima hevdîtinê nekin? Bi 57 parlementeran ji sedî 8,71ê dengan birin. Ya din jî bi ji sedî 35 serokkomarî biriye. Piranîya parlementoyê bi dest xistiye û welat bi rê ve dibe. Em bi vê rastiyê re tevdigerin. Heke pêşniyareke me hebe, em raberî AK Partiyê dikin.

Rûdaw: Heta çi radeyê em dikarin bibêjin ku ev pêvajoyeke çareseriyê ye?

Mehmet Emîn Ekmen: Ez nikarim tiştekî bibêjim. Pêvajoya çareseriyê yek ji mezintirîn derfetên ji destçûyî yên vî welatî bû. Bila serê pêşîn silavê li hev bikin, paşê bila gotûbêjê bikin. Bila silavê li hev bikin û têkiliyên wan asayî bibin. Li ser mijarên rojevê diyalogê bikin. Hilbijartin nêzîk dibe û bila desthilat dawî li siyaseta qeyûm bîne. Girtî û dadgehkirî hene, xasma yên ku miameleya wan bi awayekî neqanûnî tê kirin. Bila niha ev çareser bibin. Pêvajoya çareseriyê ji bo qonaxa paşê.

Rûdaw: Lê hûn wekî Partiya Devayê çawa li Pirsa Kurd dinêrin? Hûn ji bo çareseriya Pirsa Kurd çi dibêjin?

Mehmet Emîn Ekmen: Di programa partiya me de, di çarçoveya maf û azadiyên bingehîn de û di çarçoveya Pirsa Kurd de, behsa xurtkirina rêveberiya xwecihî hatiye kirin. Herwisa, xala taybet bi mijara nasîna welatî di destûrê de heye. Ev dîtin û armancên siyasî ne. Dawiya dawî, ji bo encamdana vê yekê, 360 deng heta 400 dengên parlamenteran pêwîst in lê Partiya Devayê rêyên çareserkirina pevçûnê seba bidawîanîna pevçûnên çekdarî yê terorê girîng dibîne. Di vî warî de helwesteke me ya bêqisûr heye ku di partiyên siyasî yên din de nîne.

Rûdaw: Lê hûn çawa li xwendina bi zimanê dayikê dinêrin?

Mehmet Emîn Ekmen: Bila em realîst bin. Em parlementerên vê gerê ne. Min berê ji Wezîrê Perwerdeyê re got, dema 10 salan e maf bi wan kesan hatiye dayîn ku dixwazin dersa bijartî bixwînin. Di demekê de ku milyonek û 130 hezar mamoste hene. Di wan 10 salan de, heşt salên pêşî ti mamosteyek ji bo zimanê dayikê nehat damezrandin. Di heyama du salên dawî de, bi damezrandina 75 mamosteyan, bi giştî 130 mamoste hatin damezrandin. Min got ev ne bes e.

Pêwîst e Kurd zarokên xwe li malê fêrî zimanê Kurdî bikin. Bila Wezareta Perwerdeyê piştgiriyê lê bike. Em daxwaz bikin ku dewlet bi tevahî piştevaniyê lê bike. Heke na tiştekî mezintir ne realîst e û dê her wekî slogan bimîne. Di demekê de ku bingeha me ya perwerdeya bi zimanê dayikê nîne û mamosteyên me yên pêwîst jî nînin, berevanîkirina li xwendina bi zimanê dayikê dê tenê bibe sloganeke siyasî. Di demekê de ku ji bo pêşvebirina vê mijarê divê dewlet xwendekarên ku ji beşa Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) der çûne, bi rêya Wezareta Perwerdeyê damezrîne û pêdiviyan li tevahiya Tirkiyeyê misoger bike.

Rûdaw: Li şaredariyên ku hûn ê bibin yekem, dê helwesta we li ser mijara tabelayên zimanê Kurdî çawa be?

Mehmet Emîn Ekmen: Heke ew navçe bi piranî Kurd be û axaftin bi zimanê Kurdî were kirin, çima em dê nekin? Bê guman em ê vê bikin lê wek mînak, tu li bajarokekî Tekirdagê bi ser dikevî ku şêniyên Kurd li wir nînin. Nayê kirin lê li bajarokekî Amedê yan Êlihê ti astengek li pêşberî bikaranîna zimanê wê derê nîne.

Rûdaw: We di hilbijartina borî de, li bajarên Kurdan dengên HEDEPê bi dest xistin?

Mehmet Emîn Ekmen: Em bi CHPyê re beşdar bûn. Me li navçeyê nêzî ji sedî 8,5ê dengan bi dest xist. Di dengên HEDEP û AKPyê de jî kêmbûn heye. Ango me dengên her du aliyan bi dest xistin.

Rûdaw: Hûn pêwendiya AK Partiyê ya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re çawa dibînin?

Mehmet Emîn Ekmen: Nakok e, nakok e. Car caran pir baş e, hin caran xirab e. Di dema giştpirsiyê de ceribandineke xirab hat kirin. Vêga têkilî ne di asteke xirab de ne lê divê di aliyên çandî û civakî de jî bê xurtkirin. Li gorî agahiyên ku min ji hinardekaran wergirtine, têkçûna têkiliyan ji ber karvedana giştpirsiyê, hîn jî nehatiye qerebûkirin.

Rûdaw: Ango AK Partiyê di dema giştpirsiyê de ezmûneke xirab derbas kir?

Mehmet Emîn Ekmen: Helwesta tund a Tirkiyeyê ya li hemberî referandûmê ne rast bû. Li gorî destûra Îraqê, ew mijareke navxweyî ya Îraqê ye. Eger Kurdên Îraqê bigihin xala serxwebûnê, Komara Tirkiyeyê azad e ku wê nas bike yan na lê bikaranîna zimanê terorkirin, şeytankirin û gefxwarinê ne rast e.

Rûdaw: Serokê CHPyê Ozgur Ozel çû konsera operayê ya Pervîn Çakarê. Di konserê de destê Pervîn Çakarê maç kir ku vê gelek gotin bi dûv xwe de anîn. Dihat gotin ku Pervîn Çakar ne hunermendeke cîhanî ya navdar e û çawa dibe ku serokê CHPyê destê Kurdekê ramûse? Hûn çi dibêjin?

Mehmet Emîn Ekmen: Pervîn yek ji wan hunermendên operayê ye ku li cîhanê xwedî qîmeteke taybet e. Li Îtalya û Almanyayê beşdarî çend konseran bûye. Hefteya borî konsereke wê li Almanyayê hebû. Operayeke mezin hat pêşkêşkirin. Li Tirkiyeyê jî ev ne karê wê yê yekem e. Sala 2013an Şaredariya Beyogluyê ew xelat kir, di kanala TRTyê de roportaj li ser wê kirin. Ger Ozgur Ozel destê kesekî maç bike, ew kes kêm nabe. Huner û ezmûna wî kesî têkildarî wî bixwe ye û têkilîya wî bi helwesta Ozgur Ozel re nîne. Di vê mijarê de, Pervîn Çakar bi siyaseteke ku ne layiqî kesayeta wê bû re rû bi rû ma. Ez li ser navê Pervîn Xanimê van êrişan bi nerast û neheq dibînim. Bi taybetî jî li ser torên civakî êrîşên zehfî faşîst û nijadperest dijî wê hatin kirin.

Em car caran nameyan ji hev re dişînin. Îcar ez gelek caran jê re dibêjim ku wan şîroveyan qet nexwîne çimkî heger tu wan bixwînî, tu nikarî derûna xwe kontrol bikî. Mixabin li Tirkiyeyê dem bi dem kesekî dikin neyar û bi kom êrîşî ser wî yan wê dikin. Êdî dijmina vê mehê Pervîn Çakar bû û rastî êrişan hat.

Rûdaw: Rojnameger Kubra Parê pirsiye…

Mehmet Emîn Ekmen: Piştî Kubra Parê, Sanî Bal jî ku di warê operayê de pispor e, nêrîna xwe anî ser ziman. Herwisa Fazil Say jî eynî tişt kir. Navûdengiya Pervîn Çakarê ji wê yekê mezintir e ku ez û Kubra Par wê binirxînin. Baş e, heke li cîhanê jî ne naskirî be, ma ew hurmeta Ozgur Ozel ji wê re, bêwate dibe? Bi dîtina min, ev bêwate bû.

Rûdaw: Bi dîtina min jî gotûbêjeke bêwate bû, gotina te ya dawî?

Mehmet Emîn Ekmen: Ez bi rêya we spasiya temaşevanên Rûdawê yên li Tirkiye û Herêma Kurdistanê dikim û rêz û silavên xwe ji wan re dişînim.

Rûdaw: Gelekî spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst