Li Erziroma bi sermaya xwe navdar zeytûn çandin û bû pêşeng

17-11-2023
Li Erziromê zeytûn çandin û bû pêşeng / Wêne: AA
Li Erziromê zeytûn çandin û bû pêşeng / Wêne: AA
Nîşan Erzirom Zeytûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cotkar Hamît Polat berî 10 salan li gundê Xosorê 3 şitlên zeytûnan çandin û li parêzgeha Erziromê berhemanîna zeytûnan dest pê kir.

Gundê Xosorê yê navçeya Oltîsê yê parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê tekane gundê gundê Erziromê ye ku zeytûn lê tên berhemanîn.

Cotkar Hamît Polat berî 10 salan li vî gundî 3 şitên zeytûnê çandin û li parêzgehê bû pêşengê vî karî.

Cotkar Hamît Polat, da zanîn ku ji berhema xwe razî ye û got:

“Wê demê mirov bê biryar bûn û min jî biryara xwe da. Me kedek da û Xwedê berdêla keda me da.

Ez weke berhemhêner gelekî razî me û pêşniyarî hemû kesî dikim.”

Niha li gundê Xosorê 2 hezar darên zeytûnan hene û berhemanîna zeytûnan ji bo gundiyan bûye çavkaniyeke debarê.

“Heta hûn bixwazin çedibin”

Muxtarê Gundê Xosorê Musa Demîr jî got, wan bawer nedikir ku dê zeytûn çêbibin û pê de çû:

“Berî 10 salan cara yekem kekê Hamît zeytûn anîn. Wê demê me kenê xwe pê kir û me got: ‘Qet li Erziromê zeytûn çêdibin?’

Lê me dît ku heta hûn bixwazin çedibin. Ji her darek 100 heta 150 kîlo zeytûn dide. Tam û kalîteya wan jî gelekî baş e.”

Li parêzgeha Erziromê tenê du hezar darên zeytûnan hene û ew jî hemû li gundê Xosorê ne.

Saziya Çandinî û Daristanan a Erziromê niha ji bo ku berhemanîn zêdetir bibe şitlên zeytûnan li gundiyan belav dike.

Ji ber ku hewaya Erziromê gelekî sar e ji bo zeytûnan ne cihêkî guncaw e.

Hamît Polat li tevî hewaya sar a herêma xwe jî kedeke mezin da û gihiş encameke baş.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst