Hewlêr (Rûdaw) – Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê guvaştekên zeytûnan geriyan lê li şûna kêf û xweşiyê, derd û kulên zêde dixin dilê cotkarên herêmê.
Grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê yên di kontrola Tirkiyeyê de di navbera ji sedî 10 û ji sedî 15 baca zorane (mecbûrî) ji xelkê distînin.
Hinek cotkarên Efrînî ne ku tenê ji zeytûnên xwe sûdê nabînin, bi ser de jî ji berîkên xwe zererê dikin.
Çavkaniyekê ji herêma Efrînê ji Rûdawê re got ku ew du salan xizmet û xerciyan li zeviyên xwe dikin lê dahata safî diçe berîkên fermandarên grûpên çekdar.
Ji bo parastina zeviyên xwe ji berîkên xwe xerc dikin
Heman çavkaniyê da zanîn ku gelek cotkar ji berîka xwe jî ziyanê dikin tenê da ku grûpên çekdar dest daneynin ser zeviyên wan.
Derbarê sedema sepandina vê baca zorane ya bilind de, Sekreterê el-Partiyê Ebdulrehman Hebeşê ku bixwe jî xelkê Efrînê ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
“Nasnameya Efrînê ya Kurdî tê guherandin”
Sekreterê el-Partiyê Ebdulrehman Hebeş destnîşan kir ku îsal rewş xerabtir e û got:
“Em wekî el-Partiyê rewşa Efrînê dişopînin. Îsal xetereya li ser zeytûnên Efrînê zêdetir e, ne wekî her sal e.
Piştî ku Efrîn sala 2018an ji aliyê Tirkiye û grûpên çete ve hat dagirkirin, nasnameya Efrînê ya Kurdî tê guherandin.”
Li aliyê din, Çalakvanê Belgekirina Binpêkirinên li Efrînê Mistefa Şêxoyê ku xelkê bajarokê Şiyê ye, ji Rûdawê re behsa baca zorane kir.
Mistefa Şêxo destnîşan kir ku fermandarên Emşatê bi rûspî û cotkarên Şiyê re civiyane û ew agahdar kirine ku “Divê serê her darzeytûnekê 20 dolar bac bidin.”
Derbarê heqdestê guvaştekan dew jî xwediyên guvaştekan ji sedî 7 heqdest destnîşan kiribû lê fermandarên Emşatê ew neçar kirine ku ji sedî 10 wergirin.
Şêxo herwiha got, nivê wê pişka ku ji sedî 10 e ji xwediyên guvaştekan re û nîvê din jî fermandarên Emşatê re diçe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse