Malên dîrokî yên Keleha Çelê tên nûjenkirin: 'Ev mal ji bav û kalên me mane'

17-10-2023
Keleha Çelê / Wêne: AA
Keleha Çelê / Wêne: AA
Nîşan Keleha Çelê Nûjenkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çelê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê malên dîrokî yên Keleha Çelê tên nûjenkirin.

Şaredariyê ji sala 2019an ve dest bi nûjenkirina van malên dîrokî kiriye.

Ji 21 malên Keleha Çelê, heta niha 7 mal hatine nûjenkirin, armanc ew e ku îsal 2 malên din jî bên restorekirin.

“Em dixwazin xaniyên ku nûjenkirina wan qediyaye ji geştyaran re vekin”

Şaredarê Çelê Ensar Dundar li xebatan av agahî dan:

“Em îsal dixwazin wekî gava yekem xaniyên ku nûjenkirina wan qediyaye ji geştyaran re vekin.

Armanca me ji vê yekê ew e: Em van avahiyên ku wekî sembola Çelê ne û tê pêşbînîkirin temenê wan 400 sal be, di çarçoveya mîmariya wan a resen de nûjen bikin û bikin cihên geşyariyê û wan ji geştyaran re vekin.”

Malên ku berê hatine nûjenkirin wekî Mûzexaneya Çelê, Kafeya Pirtûkan, Mala Dengbêjan û Pirtûkxaneyê tên bikaranîn.

Yên îsal tên nûjenkirin jî dê wekî hotel bûtîk bên bikaranîn.

Nurettin Edişê karker bi vî awayî behsa karê xwe kir:

“Em destpêkê dîwarê kevirî lê dikin, piştre girşê diavêjin ser û paşê depan didanin ser, herî dawî jî em axê diavêjin ser û xilas dibe. ”

“Ev mal ji bav û kalên me mane”

Welatiyê bi navê Mahmut Guneş jî da zanîn ku ev mal ji bav û kalên wan mane û got:

“Ev mal ji bav û kalên me mane, niha karker di wan de dixebitin û nûjen dikin, em spasiya wan dikin û bi vê yekê kêfxweş in.”

Şaredariya Çelê dixwaze hemû malên kevin ên Keleha Çelê nûjen bike.

Serokê Şaredariya Çelê destnîşan kir ew dê beşek ji van xaniyên ku tên nûjenkirin wekî mal jî bi kar bînin da ku jiyana xelkê vê navçeyê ya berê bi awayekî zindî were nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst