Girtiyê Kurd piştî 30 salan ji girtîgehê derket

17-09-2022
RÛDAW
Nîşan Dervîş Kilinç Girtiyê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd ê ji parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê Dervîş Kilinç piştî 30 salan ji girtîgehê derket.

Girtiyê Kurd ê bi navê Dervîş Kilinç piştî 30 sal ji mana di girtîgehê de, bi temambûna cezayê xwe ji 1emîn Girtîgeha ewlekariya wê zêde ya bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê derket.

Kilinç sala 1992an di temenê xwe yê 25 salî de ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Amedê ve (DGM) bi hinceta “endamtiya rêxistinê” bi 30 sal cezayê girtîgehê hatibû cezakirin.

Kilinç ê ku 25 salî hatibû girtin 55 salî derket û ji aliyê malbata xwe ve hat pêşwazîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst