Li Şirnexê ciwanek perçek xiyar di qirika wî de asê ma û canê xwe ji dest da

17-09-2020
RÛDAW
Nîşan Şirnex Elkê Caner Tekîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li qezaya Elkê a Şirnexê zarokek dema ku taştê dixwar perçek xiyarek di qirika wî de asê û bi sedema ku nekarî nefesê werbigire canê xwe ji dest da.

Bûyer duh, 16.09.2020, di demjimêrên sibehê de li gundê Sakê yê ser bi navçeya Elkê a li parêzgeha Şirnexa Bakurê Kurdistanê ve çê bû.

Li gor zanyariyan ciwanê bi navê Caner Tekîn dema ku li mala xwe taştê dixwar perçeyek xiyar di qirika wî de asê ma û nekarî nefes werbigire û ket erdê.

Piştî agahdarkirina malbata wî tîmên tendirustiyê gihiştîn wî gundî û Caner Tekîn veguhastin bo Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê.

Ew ciwan ji wê nexweşxaneyê jî bi helîkopetereke serbazî bo Nexweşxaneya Şirnexê û ji wir jî bo Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê hat veguhastin.

Lêbelê Caner Tekînê 17 salî tevî hemû hewldanên pizîşkî jî nehat rizgarkirin û canê xwe ji dest da.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst