Herêma Kurdistanê dê 4 milyon dolar bo xwendekarên Rojava xerc bike

17-09-2019
RÛDAW
Şandeke Kurdên Rojava bo pirsgirêkên xwendekaran ligel Wezîrê Perwerdeyê yê Kurdistanê civiya.
Şandeke Kurdên Rojava bo pirsgirêkên xwendekaran ligel Wezîrê Perwerdeyê yê Kurdistanê civiya.
Nîşan Herêma Kurdistanê Xwendekarên Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hewlên çareserkirina pirsgirêkên girêdayî xwendina xwendekarên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê berdewam in û di vê çaçroveyê de, şandeke Kurdên Rojavayê Kurdistanê ligel Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê, Alan Hemed Seîd civiya.

Piştî biryara cîbicîkirina programa xwendinê ya bi Şêwezarê Soranî li dibistanên xwendekarên Rojavayê Kurdistanê, roja Yekşemê, şandeke Kurdên Rojavayê Kurdistanê ligel wezîrê perwerdeya Herêma Kurdistanê, Alan Hemed Seîd, civiya û ev mijar ligel wî gotûbêj kir.

Serokê Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê-Sûriye, Hesen Qasim, piştî civîna wan ligel Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got, di civînê de meseleya rêbaza xwendinê, pirsa mamosteyan û hin mijarên din ên têkildarî dibistanan û xwendekaran hatin gotûbêjkirin û diyar kir, ku wezîr sozên baş da wan.

Hesen Qasim tekez kir, ew herwiha bi Rêveberê Giştî yê Perwerdeyê, Yûsif Sûrçî re jî civiyane. Bi gotina Qasim, şanda wan ji saet 9ê sibehî heta saet 1ê nîvro bi rayedarên perwerdeyê re hevdîtin pêk anîne û destnîşan kir, di van hevdîtina de wan lîsteyên dibistanan, mamosteyan û herwiha lêçûnên salekê yên proseya xwedninê û dibistanên koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê amade kirin.

Serokê Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê-Sûriye herwiha ragihand, ku li gor texmînan lêçûnên proseya xwedninê û dibistanên koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê, derdora 4 milyon dolarên amerîkî dike, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê wî pereyî xerc bike.

Hesen Qasim da zanîn, ku nêzîkî 1000 mamosteyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî li Herêma Kurdistanê beşdar in di proseya xwendinê de.

Nûnerê Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokratî Kurdistanî-Rojava, Ehmed Mihemed Emîn jî di heman çarçoveyê de, bahesa bîrnameyekê dike ku wan radestî destê Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê kiriye.

Ehmed Mihemed Emîn ji Rûdawê re got, wan di hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Wezareta Perwerdeyê de, li ser gelek xalên girêdayî proseya xwendinê û bi taybet rêbaza xwendinê û zaravê ku xwendin pê tê kirin, axivîne û got, wan hemû pirsgirêk û kêşeyên xwendinê ya xwendekarên Kurdên Rojavayê Kurdistanê xal bi xal destnîşan kirine û di nivîsekê de radestî wezîr kirine.

Li gorî kesûkarên xwendekaran û Yekîtiya Mamosteyan, di vê rewşê de du pirsgirêk hene; ya yekem, xwendin ji bo hersê polên 1, 2 û 3 bi Zimanê Kurdî, Şêwezarê Soranî ye. Pirsgirêka duyem jî ev e, ku mamosteyên Rojavayê Kurdistanê ku li van dibistanan kar dikir, ji kar hatin rawestandin ji ber ku nikarin programa bi Zimanê Kurdî bidin.

Li aliyekî din, rêxistina UNICEFê ya ser bi Netewên Yekgirtî alîkariyên xwe ji bo dibistasn û xwendina zarokên penaberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê bi tevayî rawestandiye.

Vê yekê hiştiye ku wezareta perwerdeyê li Herêmê bi barê van dibistan û xwendina zarokên Rojava rabe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst