Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Brîtanî gihişte Rojavayê Kurdistanê û li gel Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser civiya û diyar kir ku ji bo Sûriyê sîstema fedaralî baştirîn sistem e.
Di konfiranseke rojnamevanî de, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emel Dada diyar kir ku wan çend mijarên girîng gotûbêj kirine, di nav de hebûna hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê yên Birîtanî bû li zindanên Rêveberiya Xweser.
Emel Dade destnîşa kir ku gelekî giring e ku dadgeheke navdewletî ji bo mehkemekirina wan çekdaran were damezrandin.
Rendamê Parlenemtoya Brîtanî yê Partiya Karkeran Lloyd Russell Mouille ji Rûdawê diyar kir ku divê sîstemeke Fedralî li Sûriyê were pêkanîn, daku hemû pêkhatên wî welatî hest bi aramî û ewlekariyê bikin.
Lloyd Russell Mouille wiha got: “Ez di wê baweriyê de me ku divê siyseteke rêkûpêk di nav Sûriyeke federal de hebe û têde hemû pêkhate hest bi otonomiyê bikin.Pişta pêwîst e bê kirin ev e, û dive hemû alî tevlî gotûbêjan bibe. Herwiha divê Ereb, Kurd û Tirkmen tevlî gotûbêjan bibe û dozên wan ji aliyê çend serkirdeyên navnetewî bê bêne gotûbêjkirin.”
Şanda ku ji 13 kesan pêk dihat, endamê Parlenemtoya Brîtanî yê Partiya Karkeran Lloyd Russell Mouille, endamê parlenamtoyê ji Partiya Muhafizkaran Adam Holaway, nûnerên Partiya Kekerên Brîtanya Lord Morris Klasman, Simon Dobbins, Ben Norman, Claire Baker, Ryan Falger, Aaron Mert, Dan Spage, Bambus Karlamps, Crispin Blunt û Ramadan Tunc cih digirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse