Mizgefta Kurdan kete rojeva 'Parlamentoya Tirkiyeyê'

17-08-2021
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nîşan Mizgefta Kurdan Mizgefta Tirkan Kilîs HDP Mahmut Togrul
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Nerazîbûnên li hemberî guhertina navê Mizgefta Kurdan ya li bajarê Kilîsê berdewam dike. Parlamenterê HDPê Mahmut Togrul, ji bo ku bersiv bide bi riya Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê ji Wezîrê Çand, Geşt û Gûzariyê Mehmet Nurî Ersoy re pirsnameyek şand. Di pirsnameyê de ev pirs tê kirin: "Çima navê Mizgefta Kurdan weke Mizgefta Tirkan hate guhertin?"

Mizgefta Kurdan di sedsala 17emîn de li bajarê niha yê Kilîsê ji aliyê Mîr Huseyînê Kurd ve hate lêkirin. Navê mizgeftê weke Mizgefta Kurdan belav bû. Heta sala 2018'an jî ev nav li ser tabelaya mizgeftê bû. Lê di 2018'an de Midûriyeta Weqfan a Herêmê navê Mizgefta Kurdan weke Mizgefta Tirkan guhert. Ev guhertin li ser tabelayê hatibû kirin û rastê nerazîbûna kurdan hatibû. Piştre heta çend roj berê jî bi awayeke fermî guhertina navê mizgeftê di malpera fermî ya Midûriyeta Çand, Geşt û Gûzariyê ya Kilîsê de cih girtibû. Piştî ku li ser torên civakî kurdan li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan da, midûriyetê nivîsa li ser guhertina navê Mizgefta Kurdan ji malpera xwe rakir.

Parlamenterê HDPê yê Dîlokê Prof. Dr. Mahmut Togrul, derbarê mijarê de ji Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê re pirsnameyek şand. Di pirsnameyê de dixwaze Wezîrê Çand, Geşt û Gûzariyê yê Tirkiyeyê Mehmet Nurî Ersoy bersiva pirsên wî bide. Di pirsnameyê de ev pirs hatin kirin:

1- Hinceta guhertina navê "Mizgefta Kurdan" weke "Mizgefta Tirkan" çi ye?

2- Navê Mizgefta Kurdan ku di sedsala 17'emîn de ji aliyê Mîr Huseyînê Kurd ve hatiye lêkirin di bin banê wezareta we de bi awayeke fermî çawa derbas dibe?

3- Li gorî angaştan peywirdarên Midûriyeta Weqfan a Herêmê di sala 2018'an de tabelaya bi navê "Mizgefta Kurdan" rakirin û di şûna wê de tabelaya "Mizgefta Tirkan" daliqandin. Ev angaşt rast in?

4- Fermana daliqandin û guhertina tabelayê ji aliyê kê ve hate dayîn? Hûn weke wezaret ji vê guhertinê agahdar in?

5- Gelo dema cih û warek pir bê nûjenkirin û taybetiya xwe ya berê ji dest bide, taybetiya navê xwe yê resen jî ji dest dide? Gelo li Tirkiyeyê tu mînakeke din heye ku bi hinceta ji ber ku taybetiya xwe wenda kiriye, hatiye nûjenkirin û navê wê jî hatiye guhertin?

6- Gelo sedema bêtehamûliya li hemberî kurdan û kurdî çi ye ku navê Mizgefta Kurdan weke Mizgefta Tirkan hatiye guhertin?

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst