Navenda Metro: Em êrişa li dijî tîma Rûdawê şermezar dikin

18-08-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina parastina mafê rojnamevanan Navenda Metroyê êrişa li dijî tîma Rûdawê ya li Şingalê ji aliyê şervanên Yekîneyên Berevaniya Şingalê (YBŞ) ve şermezar kir.

Navenda Metroyê bi daxuyaniyekê êrişa li ser tîma Rûdawê li Şingalê şermezar kir ku tê de Peyamnêrê Rûdawê Tehsîn Şingal birîndar bû.

Navenda Metro dibêje: “Em daxwazê ji desthilatdariya li navçeyê dikin ku rêzê li karê tîmên ragihandinê bigirin û rê li ber karê wan negire û em hêvî dikin ku lêpirsînê derbarê vê êrişa tirsonek de bidin destpêkirin.

Di daxuyaniyê de Navenda Metroyê herwiha dibêje: “ Em  bang li hemû rayedarên îdareyê yên li wan deveran dike ku ji tîmên ragihandine re hêsankariyê bikin da ku ziyanên ji ber êriş û operasyonên artêşa Tirkiyê yên li hemberî sivîlan bo raya giştî veguhezin.”

Şervanên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) îro  di dema ku tîma Rûdawê dixwest rûmala bombebarankirina binkeya tenduristiyê li Şingalê bike êrîşê tîmê kir  û Peyamnêrê Rûdawê Tehsîn Qasim birîndar kirin.

Şervanên YBŞê herwia dest danîn ser otomobîl, kamera û kelûpelên tîma Rûdawê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst